ManşêtNûçe

Salih Muslim: Ji bo parastina hebûna xwe em ê li ber xwe bidin

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim derbarê êrîşên ku dewleta Tirk bi çekên kîmyewî êrîşî gerîlayan dike û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re ji ANF’ê re axivî.

Muslim diyar kir ji berê ve polîtîkaya dewleta Tirk ev bû ku Kurdan qir bikin û got “Berê bi eşkere nedigotin lê a niha bi eşkere dibêjin. Dibêjin ev meseleyeke hebûnê ye. Yanî heke hebûna Kurdan hebe ev tişt tê wateya tunebûna dewleta Tirk. Berê bi rêyên nerm ên wekî asîmîlasyon, koçberî û di warê ekonomîk de jiyanê li Kurdan bidin tengkirin. Piştre partiyên siyasî girtin. 6 partiyên siyasî hatin girtin. Ev partî bi doza Kurdan re eleqedar dibûn. Tu xebatên civakî û çandî digirî. Bi tenê tiştek dimîne ew jî meseleya gerîla ye.

Gerîla ji bo gelê Kurd alava xweparastina rewa ye. Jixwe hebûna gerîla alaveke xweparastinê ye. Ji ber vê bi hovîtî êrîşî gerîlayan dikin. Em jî van tiştan dibînin. Gerîla berxwedanê geş dike. Zextên polîtîk û zextên ekonomîk û civakî hene. Ji ber vê parastina rewa tê kirin. Wê gel xwe û hebûna xwe biparêze. Ji ber vê çiqasî xwestin meseleya gerîla teng bikin, têk çûn. Dema ku li hemberî gerîla serkeftina ku dixwest bi dest nexist, êdî serî li rêyên derveyî mirovayetiyê dan. Em ji van tiştan re dibêjin sûcên li dijî mirovayetiyê.”

DEWLETA TIRK LI ROJAVA JÎ ÇEKÊN KÎMYEWÎ BI KAR ANÎ

Li Rojava jî çekên kîmyewî bi kar anîn. Di sala 2018’an de li Efrînê bi kar anîn. Me dengê xwe bilindtir kir lê kesî dengê me nebihîst. Kesî negot ka ez li vê meseleyê lêpirsînê jî bikim. Di sala 2019’an de li Serêkaniyê jî bi kar anîn. Mexdûrên wê çûn Ewropayê rapor stendin. Lê dîsa jî tu kesî dengê xwe nekir.Niha jî heman tişt heye. Hemû dinya li hemberî vî tiştî bêdeng e. Heke li dereke din pêk were wê dinya rabe. Lê çima dema ku Tirkiye vî tiştî dike, ne li xema kesî ye. Tirkiye hemû qanûnên navneteweyî û mirovayetiyê bin pê dike lê kes li hemberî vî tiştî dengê xwe nake. Ji ber têkiliyên navneteweyî xwe dispêre berjewendiyan. Tirkiye ji ber rewşa xwe ya jeostratejîk vî tiştî baş bi kar tîne. Ma ji salên 1990’î ve vî tiştî nizanin? Ma nizanin ku ev çekên tên bikaranîn di envantera NATO’yê de ye. Dizanin lê bêdeng dimînin.”

HETA NIHA 47 GERÎLA LI ÊRÎŞÊN KÎMYEWÎ DE ŞEHÎD BÛNE

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir li gorî agahiyên ku stendine heta niha 47 gerîla di êrîşên kîmyewî de şehîd bûne û got “Herî dawîn şehadeta 17 gerîlayan hate eşkerekirin. Bi van dîmenan re gelê Kurd rabû ser xwe. Ev zarokên bi rûmet ên Kurdistanê ne. Ji bo parastina namûs û rûmeta gelê Kurd ew çûne serê çiyayan. Li hemberî wan sûcê mirovayetiyê tê kirin. Divê tu kes bêdeng nemîne, ev êşeke gelekî mezin e. Ne mumkun e mirov vê êşê ji bîr bike.

Ev êrîşên li dijî mirovayetiyê ne. Ev sûcê şer e. Lê gelo çima Tirkiye xwe ji van tiştan rizgar dike? Tu kes lêpirsînê jî nade destpêkirin. Hinek kesan bi dilxwazî xwestin biçin lêkolînê bikin lê PDK’ê ev kes asteng kir. Li wan deran nexweşxane jî tijî ne. Mexdûrên çekên kîmyewî li nexweşxaneyên wê derê bi veşartî tên tedawîkirin. Destûr nayê dayîn ku ev kes bi kesên din re bidin û bistînin. Me dewleta Tirk fêm kir lê gelo Kurdên din? Li herêm û welatê te çi tînin serê gelê te, lê tu çima bêdeng dimînî? Wekî ku tiştek nebûye û li dereke din ev tişt heye, bêdeng in. 1200 maskeyên gazê ji gerîla re hatibû şandin. Ev ne ji bo şer bû ev ji bo parastina ji çekên kîmyewî bû. Tu radibî van tiştan desteser dikî. Dayika gerîlayeke jin dibêje ‘Heke ev maske ji zaroka min re biçûya, wê zaroka mi şehîd nebûya’. Dema ku mirov van tiştan bîne ber çavê xwe, wê bibîne ku êrîşeke çiqasî hovane ye.

Derdê PDK’ê ev e ku wê çiqasî petrol firotiye û çiqasî pere qezenc kiriye. Rûmeta gelê Kurd ne li xema PDK’ê ye. PDK li ber çavê hemû kesan îxanetê dike. Ev şermeke mezin e. MÎT li wê derê her tiştî dike. Gerîla te jî diparêze lê tu radibî deriyê xwe ji dijmin re vedikî.”

QETLÎAMA ZAXOYÊ

Salih Muslim bal kişand ser qetlîama Zaxoyê û got “Wê demê Iraqê dinya rakir ser pêyan. Çû heta Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî. Piştre PDK çû Bexdayê ji malbatan re got ‘Neçin Neteweyên Yekbûyî, hûn çi bixwazin, em ê bidin’ û xwest malbatan bêdeng bike. Kuştina ev kesên Ereb li dinyayê deng veda lê tu radibî dixwazî wan bêdeng bikî.  Îro birayên te dikujin lê tu bêdeng î. Ma ev ne şerm e? Tu çima sûcên dijmin vedişêrî? Tu ji bo çi van tiştan dikî.”

Hevserokê PYD’ê Salih Muslim diyar kir PYD bi kê re rûdinê qala van tiştan dike û got “Di warê bikaranîna wesayîtên hewayî yên bêmirov, bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer de hemû şirîkên hev in. Kî van tiştan hildiberîne? Hêza Tirkiyeyê têra vî tiştî nake. Nexwe hinek kesan ev tişt dane wan. Bêyî destûra wan nikarin van tiştan bikin. Ji ber vê em bi eşkere ji wan re dibêjin ‘Hûn şirîkên sûcên Tirkiyeyê ne’. Ma qanûnên NATO’yê ne ji bo Tirkiyeyê ye? Dema ku mesele were ser Kurdan her kes bêdeng dimîne. Em jî em li ku derê bin em ê xwe biparêzin. Ji ber ku li hemberî me dijminekî zalim heye. Ji bo parastina hebûna xwe em ê li ber xwe bidin.”

Back to top button