ManşêtNûçe

Çiya Kurd: Em bi israr in ku herêmên xwe rizgar bikin

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bedran Çiya Kurd diyar kir herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de cihê çeteyên Heyet Tehrîl El Şam tê guherandin û geşedanên ku dibe ku pêk were ji ANF’ê re nirxand.

Çiya Kurd diyar kir ku bûyerên li herêmê bi taybet li Efrînê rûdanên berfireh û piralî ne û got “Rewşa ku çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam li dijî QSD’ê şer bikin, peyman û gefên rejîma Sûriyeyê li Idlibê, tê xwestin vî tiştî bibin ji herêmên QSD û Rêveberiya Xweser. Ev senaryo jî dikeve çarçoveya peymana Tirkiyeyê ya bi hikûmeta Şamê re çêkiriye. Dîsa ji bo tasfiyekirina komên piçûk ên ku ew û Tirkiye di warê îdeolojîk de li hev nakin. Tiştên derveyî vî tiştî tê kirin jî tê xwestin herêmên dagirkirî û derdora wê dîsa têkeve bin destê DAÎŞ’ê.

Em bi rewşek pratîkî re rûbirû ne, ku ji bo guhertinên metirsîdar û cidî yên ku rasterast bandorê li çareseriya siyasî û lihevhatina Sûriyeyê dike. Ev hemû hewldanek e ku derbeyek kujer li hewldanên çareseriya siyasî ya rejîma Tirk were xistin. Em bi projeyeke ku bi giştî dewleta Tirk piştgiriyê dide wê, bi armanca guhertina demografiya nû, qirkirina bi dagirkeriyê û koçberkirina gelên herêmê re rû bi rû ne. Em bûyer û geşedanan ji nêz ve dişopînin. Rewş wê di pêşerojê de zelaltir bibe. Bêdengiya hêzên navneteweyî û herêmî tê wateya pejirandina projeya ku Tirkiye behsa wê dike.”

Me diyar kir ku Tirkiyeyê ji bo nêzîkbûna çeteyên ku destekê didin rejîmê û siyaseta wê ya li Sûriyeyê, planeke guncav amade kiriye. Ger em behsa lîsteya rêxistinên terorê bikin, koma çete ya bi navê Ehrar El Şarqiye jî di lîsteya rêxistinên terorê de cih digire. Tevî vê yekê jî Tirkiye heta niha piştgiriya vê rêxistinê dike. Tirkiye guh nade hiqûq û peymanên navneteweyî. Di rastiyê de nêzîkatiya dagirkeriyê û piştgiriya wê ya ji komên terorîst re nîşaneya herî mezin a binpêkirina qanûnê ye.

Çiya Kurd diyar kir divê em sedemên van encaman fam bikin û got “Ev jî encama dagirkeriya dewleta Tirk û piştgiriya wê ya ji çeteyan re ye. Heta ku piştgirî ji dagirkerî û terorîstan re hebe em bi van geşedanan re rû bi rû ne. Belkî îro rewş hatiye qonaxa tasfiye û ferzkirinê. Yên ku van koman hildibijêrin, Tirkiyeyê ji bo xwe ya herî baş dibînin, wê rojekê bibin hedefa heman siyasetê. Çareya herî baş bidawîkirina dagirkeriya dewleta Tirk û derxistina çeteyan ji van herêman e. Rola raya giştî û hêzên navneteweyî ji bo bidawîkirina hebûna Tirkiyeyê ya ku li pêşiya çareseriya Sûriyê asteng e, bi bandor e. Lê mixabin ji ber ku Tirkiye parçeyek ji siyaseta herêmî ye û di gelek rewşan de faktora sereke ye, nêzîkatiyên li hemberî vê jî têr nakin. Çareseriya din jî ew e ku gelên Sûriyeyê werin cem hev û bibînin ku divê mirov baweriyê nede siyaseta Tirkiyeyê.Hebûna Tirkiyeyê berdewamiya kaos û wêraniya pêşerojê ye.”

Bedran Çiya Kurd diyar kir vê rewşa li Efrînê wê bandorê li herêmên di bin dagirkeriyê de jî bike û got “Bi geşedanan re heke çeteyên Heyet Tehrîr El Şam biçin herêmên dagirkirî wê ev tişt rê li ber şerên nû veke. Lê rewşa me ji pêvajoyên din ne cihê ye. Efrîn di serî de, em bi israr in ku herêmên xwe yên di bin dagirkeriyê de rizgar bikin.”

Back to top button