ÇalakîManşêt

Desteya Rûspiyên Eşîran hevserokatiya partiya me pîroz kir

Îro di dîroka 2020-3-4 şandeyek ji Desteya Rûspiyên Eşîran serdana partiya me kir Partiya Yekîtiya Demokrat bi boneya pîrozkirina hevserokatiya hevbeş ya nû  Eyşe Hiso û Enwer Muslim û li darxistina kongreyê 8’emîn ku di dîroka 24-25 meha Sibatê li navenda Aran Dîkran ya Çand û Hûner li Rimêlan di bin drûşmeya ” Bi Yekîtiya Demokratîk em ê Dagirkeriyê têk bibin, Rêveberiya xweser Pêşbixin û Sûriya Demokrat ava Bikin” hat li darxistin.

Şandeya ku hat serdan partiya me Hekem Xelo Dîwana Desteyê, Fûad El Başa û Ebdulrehman El Reşîd endamên desteyê û Himber Hesen û Ebdul Baqî Mihemed  Rêveberên Desteyê pêk hat, her wiha şandeyê serkeftin xwest di pêşeroja partiyê re.

Şande ji aliyê hevserokatiya hevbeş ya partiya me Eyşe Hiso û endamên  partiyê hatin pêşwazî kirin li navenda giştî ya Prtiya Yekîtiya Demokrat PYD ya li Qamişlo.

Back to top button