ÇalakîManşêt

Partiya Yekîtiya Demokratîk li bajarê Til Koçer civînek ji komîteyên xwe li dar xist

Duh, Yekşemê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bi amadebûna hevserokên hemû komîteyên Partiya Yekîtiya Demokrat li Til Koçer, civînek ji komîteyên nivîsgeha partiyê li Til Koçer li dar xist.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadî û rûmetê, civîn bi axaftin li ser rewşa niha ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet li ser gefên Tirkiyê û çawaniya bilindkirina asta perwerdekirina rewşenbîrî û bi rêbazên şerê gel ê şoreşgerî li hemberî her metirsiya li ser herêmê radiweste dest pê kir.

Di dawiya civînê de hevsengî di navbera komîteyan de hate kirin ji bo amadekirina plansaziyek kar li gorî rewşa niha û rewşa awarte û erkê pêwîst ji komîteyên bo pêkanîna wan û birêxistinkirina gel li herêmê, û hemû komîteyan destnîşan kirin ku ew ê li hemberî gefên Tirkiyeyê bisekinin û ji bo gel civîn zêde bikin.

Back to top button