ManşêtNûçe

​​​​​​​Michael Corella: Kampa Holê bûye zemîneke guncaw ji bo nifşekî nû yê DAIŞ’ê

Li gorî malpera Monitor a Amerîkayê, fermandarê operasyonên Amerîkayê li Rojhilata Navîn general Michael Corella kampa Holê wek “karesateke mirovî” bi nav kir û bang li tevahî hikumetên cîhanê kir ku welatiyên xwe yên li kampê vegerînin û ger hewce kir wan ji nû ve perwerde bikin.

Corella piştî serdana xwe ya roja înê ya li kampa Holê di daxuyaniyekê de got ji sedî 90 niştecihên li Holê jin û zarok in û ji sedî 70 jî kêmî 12 saliyê ne. Her wiha got av û pêwîstiyên sereke yên jiyanê li kampê kêm in.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek caran banga vekirina dergeha Til Koçerê kiriye da ku alîkariyên mirovî derbasî herêmê bibin ku gelek kampên koçber û penaberan lê hene.

Berpirsê Navenda Ragihandê ya QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir ku kampa Holê hewldaneke din a avakirina xîlafetê ye ku nifşê sêyem ê DAIŞ li vir mezin dibe û ji DAIŞ’ê bi xwe xeternaktir e.

Corella got: “DAIŞ van mercan bi kar tîne ku mehane derdora 80 zarok li kampê ji dayik dibin, lewma ev dever ji bo nifşên bê yê DAIŞ`ê zemîneke guncaw e.”

Berpirsekî leşkerî têkildarî serdana Corella ya li kampa Holê ji “Monitor” re got, ev serdana yekemîn a fermandarekî amerîkî ji bo kampa Holê ye.

Çeteyên DAIŞ`ê kesên li kampê dimînin tev li xwe dikin û ji bo pêkanîna êrişan plan dikin. Meha Çileya borî çeteyan êrişî girtîgeha Sînaayê kir û hewl dan girtiyan birevînin. Di êrişê de gelek şervanên QSD`ê şehîd bûn.

Rayedareke Kar û Barên Rojhilata Navîn ê Pentagonê Dana Stroll di meha Tîrmeha derbasbûyî de li Washingtonê gotibû DAIŞ li girtîgehan (navendên girtinê) dinêre ku artêşa wê ya nû ye.

Her wiha Stroll gotibû li kampên Holê û Roj û zarokên li wan kampan wek nifşên bê yên DAIŞ`ê dibîne.

Hêzên ewlekariyê yên li Holê di salên derbasbûyî de gelek sûcên qetilkirin û serjêkirina niştecihên li kampê belge kirin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hevkariya QSD`ê, YPG û YPJ`ê 25`ê Tebaxa derbasbûyî qonaxa duyemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê li dijî şaneyên DAIŞ`ê yên li kampa Holê da destpêkirin.

Beriya wê jî 28`ê Adara 2021`ê qonaxa yekemîn a Pêngava Mirovî û Ewlehiyê pêk hatibû. Di vê qonaxê de 125 çeteyên şaneyên DAIŞ`ê hatibûn girtin, ji wan 20 serçete bûn.

Rayedarên Pentagonê li ser planên dewleta Tirk ên dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî dabû.

ANHA

Back to top button