ManşêtNûçe

Bi sedan parêzer ji bo çûyîna Îmraliyê serî li wezaretê dan

Ji çar aliyên cîhanê (22 welatan) bi sedan parêzer nameyek ji Wezareta Edaletê ya Tirk re şandin û xwestin biçin serdana rêber Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê. Parêzer wê li ser mijarê di 14’ê Îlonê roja Çarşemê saet di 10:30’î de li Brukselê civîneke çapemeniyê lidar bixin.

Parêzeran rewşa li girtîgeha Îmraliyê weke ‘rewşeke taybet’ pênase kirin û astengiya li pêşiya mafê hevdîtinê yê Abdullah Ocalan weke şêweyekî tecrîdê ya cihêkar bi nav kirin.

Parêzeran ragihandin ku Abdullah Ocalanl li cîhanê weke Mandela yê Kurdan tê dîtin û gotin, di çarçoveya hiqûqa navxweyî ya Komara Tirkiyeyê de ew dixwazin serdana Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bikin.

Têkildarî serlêdana li Wezareta Edaletê ya Tirk, li navnîşana Rue Froissart 95, 1000 Bruxelles wê li Kulûba Çapemeniyê ya Ewropayê ya li Brukselê civîna çapemeniyê bê lidarxistin û nûnerên gelek rêxistinên hiqûqî weke qiseker beşdar bibin.

Hiqûqnasên ku beşdarî civîna çapemeniyê bibin wiha ne:

– Ji Baroya Parîs û Brukselê Georges Henri Beauthier

– Bi navê Parêzerên Demokrat ên Ewropî (AED) Seroka Syndicat des Avocats pour la Démocratie-le SAD (Yekîtiya Hiqûqnasan a ji bo Demokrasiyê) Hélène Debaty

– Ji Tora Parêzeran a ji bo Pêşketinê ya Brukselê Selma Benkhelifa

– Hevsekreterê Yekitiya Parêzeran a Ewropayê Thomas Schmidt.

ANHA

Back to top button