ManşêtNûçe

Parêzerên Rêbertî careke din serlêdan kirin

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bilmez, Raziye Ozturk, Emran Emekçî û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Parêzeran ji bo bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ên ev 2 sal in agahî jê nayê girtin re hevdîtinê pêk bînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Înfazê ya Îmraliyê dan.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û malbat ji 25’ê Adara 2021’an û vir ve nikarin tu agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigirin.

Parêzeran di daxuyaniya xwe ya 2’ê Gulanê de gotibûn, “Tevî hemû serlêdan û hewldanên parêzer û malbatan jî, têkildarê rewşa jiyan û tenduristiya Abdullah Ocalan û 3 muwekîlên me yên din ên li Îmraliyê agahiya nîne. Ev rewş me û hemû civakê dilnerihet dike.”

Back to top button