Gotar

Aloziya Sûriyê û çareseriya wê

Biradostê Mîtanî

Ji sedemên nedemuqrasiya siyaseta rêjîma Sûriyê ya bi dehên salan û avabûna wê li ser bingiha netewdewlet û desthilatdariya partîtî û kesayetî ,di 16-3-2011’an milet rabû ser piyan û şoreş pêxist ,lê ji ber ku hişmendiyek rêxistinî şoreşgerî di rêvebirina gel de nebû, zû ecindên derve derbasî nava wê bûn û şoreşê navê xwe winda kir û wan ecindan ji bo xwe Sûrî parçe kirin û rewşa wê di aloziyek siyasî, civakî, abûrî, ajawe, wêrankirin, kuştin, koçberkirin de hiştin û destwerdanên derve ta îro berdewam in. Nexasim rêjîma Tirkiyê  rewşa Sûriyê ji bo berjewendiyên xwe yên mayende dagirkerî bi kar anî, ji bo mîsaqa milî û xewnên Împiratoriya Osmanî bi cih bîne ,alozî gurtir kir û bi rengekî pir xirab bû sedem ku çareserî ev (12) sal in  winda bibe.

Di wê rewşa xirab de Rojavayê Kurdistanê –Bakurê Sûriyê xeta sêyemîn meşand û di ber re hêzên xwe yên tekoşer YPG,YPJ,HSD ,û Asayîş û yên din ava kirin, piştî danîna bi hezarên şehîdên pakrewanên birûmet û parastina gel kirin û bûn hêzên yekemîn bi Hêzên Hevpeymana Navdewletî re li dijî terora DAIŞ û şikandina wê û wilo Rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê  –Bakurê Sûriyê karîbû gelê xwe biparêze bi avadanî û siyaset Rêvebiriya xwe ya Xweser damezriand li ser bingeha biratiya gelan a ji hozaniya Netewa Demuqrat a ronakbîr  Evdele Ocelan e, ya karîbû di şert û mercên pir zehmet de xwe bisepêne û di piratêkê de bibe hêviya gelan û aramiya wan .

Rêvebiriya Xweser bi helwest û siyaseta xwe hate diyarkirin ku ew e ya ku xeta niştimanperweriyê diparêze û pirojeyên çareseriyê mîna Fedralîzim û dewletek nenavendî yek li pey yekê anî û her tim bi erkê berpirsiyariyê destên xwe ji hemû aliyan re dirêj dikir û dike. Piroja dawî Însiyatîfa MSD ya ji (9) xalan bû ya ku deng veda û pir helwest ji kesayetên rikberiya Sûriyê û dewletên herêmê û navnetewî kişandin aliyê xwe. Lê rêjîma Sûriyê û alîne ji xwe ve xwe dikin rikber, yên ku piştî ewqas encamên xirab ji hişmendiya wan a xirab ber bi çareseriyê ve nayên ,hiştin ku dewletên mîna Siûdiyê û Îmarat bi serpiriştiya Emerîka  û ta radeyekê Komkara Erebî jî ,yên ku nirxên vê Insyatîfê nas kirin, dîdaran bi rêjîma Sûriyê re pêk bînin û fişarê lê bikin ji bo pejirandina wê Insyatîfê, ji ber ku ev (12) sal in ew delîva ku herî rast û yekem e ji bo çareseriyê û ta îro ew dewlet di fişarê de berdewam in ,nexasim ji bo ku ev hêza gewre û tekoşer HSD jî bibin beşek ji artêşa Sûriyê û wilo Rêvebiriya Xweser jî.

Back to top button