ManşêtNûçe

​​​​​​​Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Başûr: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriyê ye ji bo hemû pêkhateyên herêmê

Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Başûrê Kurdistanê li navenda xwe ya li Silêmaniyê bi wesîleya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethullah Huseynî ve hate dayîn.

Huseynî got: “Têkbirina DAIŞ’ê bi zora Tirkiyeyê çû û bi hevkariya wê dubare berê çeteyan dan herêmê. Berxwedana şervanan di bejahî de li Baxozê bi pêşengiya şervanên QSD’ê û hevkariya hêzên koalîsyonê, DAIŞ hat têk birin.”

Fethullah Huseynî anî ziman ku dewleta Tirk ji bo tolê ji gelê Kurd hilîne sala 2018’an êrişî Efrînê kir û sala 2019’an jî êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir û ev der dagir kirin.

Huseynî destnîşan kir ku: “Niha jî gelek alî û dîsa hinek aliyên Kurd naxwazin vê yekê pêk bînin û li hundir û derve dijminatiyê li vê projeyê dikin.”

Endamê Nûnertiya Rêveberiya Xweser Fethullah Huseynî bal kişande ser binpêkirinên dermirovî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji aliyê çeteyên Tirkiyeyê ve hatiye dagirkirin.

Huseynî diyar kir ku: “Projeya me ya Rêveberiya Xweser projeyeke nû û çareseriyê ye ji bo hemû pêkhateyên herêmê. Divê Sûriye bawerî bi Kurdan û hêzên wê QSD’ê bîne.”

Herî dawî Huseynî anî ziman ku: “Divê piştgirî ji Rêveberiya Xweser û hêzên ku DAIŞ têk birin re, bê dayîn. Van şervanan parastina hemû mirovahiyê kirin.”

ANHA

Back to top button