ManşêtNûçe

Rêveberiya Xweser 12 jin û 37 zarok radestî Almanya û Holandayê kirin

Nûnera hikumeta Almanyayê Manga Cleese û nûnerê Holandayê yê Sûriyê Emile de Bont duh êvarê serdana Navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Rayedar ji aliyê cîgirê hevserokatiya daîreyê Robêl Biho û endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm, endama Nivîsgeha YPJ`ê Lana Hesen û cîgira Desteya Jinan Hûweyda Selîm Mihemed ve hatin pêşwazîkirin.

Her du nûneran ji bo vegeranda welatiyên xwe yên di nava DAIŞ`ê de ku li kampên li herêmê dimînin, serdana herêmê kir.

Manga Cleese têkildarîî mijarê got: “Bi navê hikumeta Almanyayê ez dixwazim spasiya Rêveberiya Xweser bikin ku careke din em pêşwazî kirin da ku em welatiyên xwe ji kampan vegerînin. Ev serdana ya fermî ya 7`an e. Me berê 108 malbatên alman vegerandin Almanyayê.”

Manga diyar kir ku yên sûc pêk anîne, dê di dadgehên Almanyayê de werin darizandin û wiha domand: “Wê derfet ji van zarokan re were vekirin ji bo ku tev li civakê bibin. Em mintedarê şerê we ne ku li dijî DAIŞ`ê dimeşînin.”

Manga destnîşan kir ku Almanya amade ye piştgiriya Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ`ê bike û alîkariya herêmê bike.

Nûnerê holandî Emile de Bont jî got: “Ev cara sêyemîn e ku ez bi awayekî fermî têm herêmê da ku welatiyên xwe yên di kampa Holê d vegerînin. Ev erkeke qanûnî ya sînordar a balyozxaneyê ye. Rêveberiya Xweser bi me re hevkar bû. Em mintedarên wan in. Hevdîtina me bi wan re baş bû. Bi kurtasî me behsa rewşa dijwar a di girtîgehan de û her wiha barên ku dikeve ser Rêveberiya Xweser kir. Ez ê vê nameyê bi xwe re bibim welatê xwe.”

Di serdanê de bi belgeyên fermî jinek û 4 zarok radestî şandeya Almanyê, 11 jin û 33 zarok jî radestî şandeya Holandayê kirin.

ANHA

Back to top button