ManşêtNûçe

HPG: Dagirkeran 21 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî êriş kirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê got, “Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li dijî dagirkeriyê berxwedana xwe ya dîrokî didomînin. Artêşa Tirk a ku nikare berxwedanê bişkîne, bi bombeyên di asta navneteweyî de hatine qedexekirin û bi çekên kîmyewî êrîş dike. Ligel van êrîşan jî hêzên me yên ku dizanin li hemberî qirkirina gelê me ew astengiya herî mezin in û bi vê berpirsyariyê şer dikin, çalakiyên xwe yên li dijî artêşa Tirk a dagirker bênavber didomînin.

Di encama çalakiyên hêzên me de; dagirkerek hat cezakirin.

Artêşa Tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 21 caran bi bombeyên qedexe û 11 caran jî bi çekên kîmyewî bombebaran kir. Di heman demê de 13 caran bi balafirên şer, 52 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus û çekên giran Qadên Berxwedanê bombebaran kiriye.”

Agahiyên li ser çalakî û êrîşên ku hatine kirin wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Bazên Zagrosê de li qada Zapê;

30’ê Cotmehê saet 13.00 û 14.45’an li herêma Berxwedana Sacayê tîmên me yên gerok 2 caran bi çekên giran li dagirkeran xistin.

30’ê Cotmehê saet 14:30’î li derdora çeperên şer ên Şehîd Dogan ên Qada Berxwedana Sîda, tîmên me yên gerok ve bi çekên giran li dagirkeran dan.

30’ê Cotmehê saet 15:15’an li Qada Berxwedana Çemço tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan. Piştî çalakiyê hêzên me li droneke dagirker a li herêmê dan û ev dron neçar ma ji qadê derkeve.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger ya Şehîd Cenga Xabûre ya Şehîd Savaş Maraş de;

30’ê Cotmehê saet 09:00’an  de dema ku dagirkeran xwestin çeperên şer ên Şehîd Sîpan ên li Qada Berxwedana Girê Amediyê bombebaran bikin, tîmên me yên gerok li dagirkeran dan û li vir dagirkerek hate cezakirin.

30’ê Cotmehê saet 19:00’an, dema ku dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Sîpan ên Qada Berxwedana Girê Amediyê ve werin, bi taktîkên sabotajê 2 caran li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kiriye;

Di 30’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Sîpan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 12 caran, çeperên şer ên Şehîd Pîrdogan li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 3 caran, çeperên şer ên Şehîd Yunus li Qada Girê Cûdî 2 caran, çeperên şer ên Şehîd Xursî li Qada Berxwedanê ya Sacayê carekê û çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîda 3 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

Di 30’ê Cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Bahoz ên li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 8 caran û çeperên şer ên Şehîd Felat ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî 3 caran bi çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker kiriye;

Di 27 û 30’ê Cotmehê de qadên Golka û Serê Metîna yên Metînayê, herêma Kendekol a Xakurkê û Qadên Berxwedanê yên Girê Bihar û Girê FM 13 caran bi balafirên şer hatine bombekirin.

Di 30’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê ya Serdemê ya Şehîd Fedakar, Kurojahro, Saca, Girê FM, Girê Cûdî û Girê Amediyê 52 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Di 30’ê Cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî bi dehan caran bi obus û çekên giran hatin bombekirin.

Di 30’ê Cotmehê de artêşa Tirk a dagirker hewl da bi kepçe û kepçeyên hilweşîner çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karkerê hilweşîne.”

ANHA

Back to top button