ÇalakîManşêt

Nûnerê PYD’ê li Başûr bi Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê re hevdîtin kir

Îro çarşemê, şandeke ji Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Herêma Kurdistanê serdana Rêveberiya Raparîn kir û ligel Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê civiya.

Şanda nûneratiyê ji nûnerê PYD’ê li Herêma Kurdistanê Dr.”Cawîdan Kemal”, endamê Nivîsgeha têkiliyn “Mervan Hesen” û Berpirsê têliliyan li Rêveberiya Raparîn “Mustefa Mihemed Xelîl” pêk hat.

Şande ji aliyê Sekreterê Giştî yê Tevgerê Ebdullah Naznînî û endamên meclisa rêveber û nivîsgeha Siyasî ve hatin pêşwazîkirin.

Her du aliyan pêşketinên û geşedanên siyasî li ser asta Kurdistanê bi taybetî Rojava û Başûr gotûbêj kirin, herwiha kar li ser yekrêziya rêz û gotara Kurdî û berdewamiya peywendiyên biratî di navbera her du aliyan de hate tekez kirin.

Ji aliyê din ve banga (33) partiyên siyasî yên Rojava ku ji bo ambargoya hewayî ya li ser herêmên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin, hat balkişandin.

Şande di serdanê de bi hin kesayetên neteweyî û eşîrî re jî hevdîtin pêk anî.

Back to top button