ManşêtNûçe

Mîthat Sancar: Xwedîderketina li sindoqan berpirsyartiya me tevan e

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar li Dibistana Seretayî ya Ayten Şaban Dîrî ya Enqereyê dengê xwe da. Sancar, li gel hevjîna xwe Ceren Sancar û keçên xwe hate dibistanê û hilbijêran eleqeyeke mezin nîşan da. Sancar piştî dengdayînê li baxçeyê dibistanê daxuyaniyeke kin da.

Sancar, got ku girîngtirîn hilbijartinên di dîroka Tirkiyeyê de tên lidarxistin û ev tişt anî ziman:

Me dengê xwe ji bo guherîna demokratîk û aştiyê da. Di wê baweriyê de me ku dê hemû hemwelatiyên me bi zanebûna berpirsyartiya demokratîk tevbigerin. Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyeyê lê ji bo cîhanê girîng in.

Sancar domand:Tirkiye dê bi vîna gel û hilbijartinê rê li ber rêveberiyeke otorîter bigire û bi vê yekê re jî ji bo welatên din bibe mînak. Ez careke din bang li her kesî dikim ku biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin. Her wiha xwedîderketina li sindoqan berpirsyartiya me tevan e. Serdemeke nû dest pê dike. Îro Roja Dayikan e û diyariya herî baş a ku em bikarin bidin dayikan ew e ku welatekî zarokên wan tê de nekevin fikara pêşerojê.

Mezopotamya

Back to top button