ÇalakîManşêt

Meclisa Jin rêzcivînên rêxistinî li herêma Cizîrê li dar xist

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê, di berdewamiya hemleya rêxistinî de ya ku ji hêla Meclisa Jin bi serdana herêman û lidarxistina civînên rêxistinî ji bo rêvebaran, li Til Temir, Rizgar, Dirbasiyê û navçeya Qamişlo rêzcivînên rêxistinî li dar xist.

Civîn bi deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, pişt re persektîfên ku ji hêla Meclîsa Jin ve hate derxistin ji hêla Dîdem Elî endama Meclisa Jin ve hat xwendin.

Zehra Semo berdevka bi navê Meclisa Jin, li ser geşedanên herî dawî yên siyasî li Rojhilata Navîn û rola jin bi giştî, û pêwistya fêrkirina wan li ser ramana îdyolojî, da ku tekoşîna xwe berdewam bikin li hember zihniyeta mêran û şerê taybet ya ku li dijî wan di her warî de çi siyasî, civakî û çi çandî tê meşandin, axivî.

Endama Meclisa Giştî ya partiyê Ahîn Elî, jî li ser rewşa rêxistinî û çawaniya aktîfkirina rola jin û mekanîzmaya xebata wan di nav partiyê de axivî, her wiha zehmetiyên ku jin di tekoşîna xwe de dikişîne, û hewcedariyê xebat bi awayekî mezintir ji bo derbaskirina hemû zehmetiyan destnîşan kir.

Her wiha ji hêla rêveberan li ser rewşa jin bi awayekê berfirehî nîqaş kirin, û civîn li ser xebata rêxistinî yên jin di nava her navçeyekê de jinan sekinî.

   

 

Back to top button