ÇalakîManşêt

Şandek ji partiya me serdana bajarê Ceza kir

Di çarçoveya rêzserdanên ji hêla Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ve hat kirin, şandek ji partiya me serdana bajarê Ceza ya girêdayî navçeya Til Hemîs, da ku rastiya jiyan û karûbarê li bajêr bibîne, şande ji Xelîl Osman hevserokê buroya têkiliyê di partiyê de, Sirûr El-Şemerî endamê Meclisa Giştî yê partiyê û Raxib El-Faris endamê buroya têkiliyên partiyê pêk hat.

Bi amadebûna hevserokê Desteya Hundirîn “Kenan Beraekat”, civînek berfireh ji bo rûspiyên îlan, endamên partiyê, meclisên herêmî û gelê li navçeya Til Hemîs li navenda çandî li bajarê Ceza hat li dar xistin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdên azadiyê dest pê kir, piştre axaftvan li ser geşedanên dawî yê ku herêm têde derbas dibe axivîn, her wiha li ser rewşa aborî û awayên piştgiriya herêma başûr li ser asta karûbar de nîqaş kirin, “wek berfirehkirina şebekeyên av û kolandina bîran ji bo peydakirina ava vexwarinê” piştî ku ew bi destê terora DAIŞ’ê hat wêran kirin, ji bilî piştgiriya sewalan bi alavên pêwîst.

Di axaftinê de behsa parastina tora kehrebayê ya ku ji hêla rêxistinên terorê ve hat rûxandin û ji hêla Cebhe El-Nusra û komên girêdayê wê hat dizîn, hat kirin.

Hêjayî gotinê ye ku, berî ku civîn bidawî bibe, giliyên kesane yên welatiyan, kêmasî, hewcedariyên ku ew di warê sererastkirina xaniyan û mijarên din ên malê, hatin guhdar kirin.

    

Back to top button