ÇalakîManşêtNûçePYD

Meclisa jin a PYD li Reqa semînerek diyalokî li darxist

Di nava rêze çalakiyên 8’ê Adarê de îro li Raqa ji aliyê Meclîsa Jin a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di bin dirûşmeya(Em 8’ê Adarê bikin roja bilindkirina têkoşîn û berxwedanê)semînereka diyalokî hate li darxistin.

semîner bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan hate girtin.

Paşê gotina vekirina semîner ji hêla Newroz Muslim ve hat kirin.

Newroz di serî de bixêrhatina beşdaran kir û bernameya semînerê pêşkêş kir.

Semînera diyalogê li ser du mijara rawestiya bû, mijara yekem ji aliyê hevserokatiya Meclisa Rêveber a Reqayê Hêvîn Îsmaîl hat dayîn mijara zayendperestiyê bû û rola jinê ji destpêka serdema kevnar heta serdema îroj hat dayîn û li ser mijarê nîqaş hatin vekirin.

Mijara duyemîn jî Awatif El-Îsa, li ser şoreşa jinê ya li Rojava û rola wê di têkoşîna tevgerê de û rola jina pêşeng di civakê de qebûl kir û pîrozbahî li jinên navneteweyî kir, Piştre deriyê niqaş hat vekirin.

Bi dirûşma jin, jiyan, Azadî bi dawî bû.

Back to top button