ÇalakîManşêtNûçe

Girkê Legê- bombebarana balafirên Tirk ên li ser Rojava şermezar kir

Di 2/3/2024’an de bi amadebûna bi dehan rêveber, nûner û endamên sazî, meclîsa navçeya Girkê Legê, li pêşiya Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeyê, êrîşa balafirên keşfê yên artêşa Tirk a dagirker ku roja Çarşemê li ber deriyê bajarê Dêrikê li dijî wesayîta Sutoro hedef girt, şermezar kirin û di encamê de 3 endam şehîd ketin û 2 jî birîndar bûn.
Di daxuyaniyê de her wiha bombebarana dewleta Tirk a li ser wesayîta ajokarê Meclîsa Malbatên Şehîdan a Şengalê Mihemed Cembelî û şehadeta wî hate şermezarkirin.
Di daxuyaniyê de her wiha siyasetên qirêj ên faşîzma Tirk a ku armanca wê tunekirina hemû gelên herêmê ye, hatin şermezarkirin.

Di dawiyê de meclisê piştgiriya xwe ji bo Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji bo parastina hemû gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û axa wan piştrast kir.

Back to top button