ManşêtNûçe

Li Serêkaniyê 14 welatî ji hêla dagirkeriya Tirk hatin revandin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 14 welatiyên ji gundên Ehres û Amiriyê yên li başûrê rojhilatê Serêkaniyê revandin.

Li gorî ajansa ANHA’yê çavkaniyên taybet ragihand ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 14 welatiyên ji gundên Ehres û Amiriyê yên li başûrê rojhilatê Serêkaniyê yê dagirkirî û rojavayê navçeya Til Temirê ya girêdayî kantona Hesekê, revandine.

Heman çavkaniyan da zanîn ku bûyerên revandinê beriya 5 rojan û li gorî tawanbariyên bêbingeh, pêk hatine.

Hat ragihandin ku 14 kesên hatine revandin, birine cihekî nediyar û çarenûsa wan nayê zanîn.

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê di Cotmeha 2019`an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî şêniyên herêmê gelek sûc û binpêkirin kirine.

Back to top button