Çeteyên ˊArtêşa Nîştimanî ya Sûriyeyêˊ yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker bi awayekî ketober darên berhemdar û hawîrdorê dibirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn – Sûriye da zanîn ku çeteyan li rêya Kokebê – Tilifê ya navçeya Cindirêsê 35 darên zeytûnê qut kirin, tevî ku xwediyê daran Ebdulhemîd El Salim ji pêkhateya Ereb a Efrînê ye û li bajarê Efrînê ye.
Li navçeya Şera jî çeteyan zêdetirî 46 darên zeytûnê ji gelek baxçeyên di navbera bajarokê Şera û gundê Metîna de birîn. Ji wan 7 dar ên welatî Îsmet Xelîl, 4 dar ên Abdîn Omer, 9 ên Îmad Rehman û 5 dar jî yên Mihemed Osman Çeman in.