Komên çeteyên dewleta Tirk li Efrîna dagirkirî 2 jê jinên ciwan ên astengdar 4 kes revandin. welatî ji gundê Guliya Jorîn ê heman navçeyê.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çeteyan her du welatî birine navenda îşkenceyê ya îstixbaratê ya li navenda Recoyê.
Her wiha çeteyên El Emşat a dewleta Tirk a dagirker her du xwişkên astengdar Narîn (31) û Nazliye Mihemed Hemo (27) û dayika wan Xalîde Silêman di 31`ê Çileyê de revandibûn.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê parve kirine, her du xwişk astengdarin û ji aliyê çeteyên El Emşat ve hatine revandin, dema ji kantona Şehbayê vedigeriyan gundê xwe Kurzîlê yê navçeya Şêrawayê û heta niha aqûbeta wan ne diyar e.