ManşêtNûçe

Dê meş û mêting berdewam bin ta azadiya fîzîkî ya Rêbertî were mîsogerkirin

Civîn ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Efrîn û Şehbayê û Însiyatîfa Parêzerên Sûriyeyî ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan ve bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo ji pirsgirêkên Rojhilata Navîn re kilîta çareseriyê ye” hat lidarxistin.

Di civîna li hola Çandê ya li navçeya Fafînê hatibû lidarxistin de endamên deste, meclisan û malbatên şehîdan û nûnerên Yekitiya Parêzera Efrînê amade bûn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Ferhan Kobanê bal kişand ser armanca komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got: “Armanc ew bû ku ramanên Rêbertî belav nebin, lê Rêbertî ruxmî tecrîdê hucre kir navenda fikrê azad.”

Ferhan Kobanê anî ziman ku ew serî ji hêzên komploger re natewînin û got: “Rêber Abdullah Ocalan rihê têkoşîn û berxwedanê di me de çandiye.”

Piştre sînevîzyonek li ser berxwedana Rêber Abdullah Ocalan û komploya navneteweyî hat  pêşandan.

Beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman. Gotin dê meş û mêtîngehan bidomînin heta azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk were.

Back to top button