DaxuyanîJinManşêtPYD

Li Dirbêsiyê.. Meclisa Jin a PYD daxwaz ji cîhanê kir ku berpirsayariyê xweyî mirovî û exlaqî bi cih bînin

Daxuyanî ji bo raya giştî

Di 9’ê cotmeha sala 1998’an komploya navdewletî der heqê rêber Abdullah Ocelan destpê kir, dema ku ji Sûriyeyê hate derxistin û di 15’ê Sibata sala 1999’an de ji hêla Tirkiyeyê hate girtin di girtîgeha Girava Îmraliyê de, ji roja girtina wî heta îro dagirkeriya Tirk tevahiya wesîleyên tecrîdê der heqê wî pêk tîne ji bo şikandina vîna gelên herêmê bi taybet jina azad.

Ji bo temamkirina van siyasetên şofînîst der heqê rêberê gelan dewleta Tirk tecrîdê giran dike û tevahiya qanûnên navdewletî binpêdike, ya herî dawî jî gefan li rêber Ocelan dixwe ku di riya şandina nameyên kûştinê di riya girtiyên wî ji bo têrkirina daxwazên xwe, û armanca sereke ew e girankirina tecrîda li ser fikra rêber Abdullah Ocelan ya ku bûye tîrêjek ji tevahiya aloziyên Rojhilata Navîn.

Em di meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD van binpêkirinên li dijî rêberê gelan Abdullah Ocelan şermezar dikin, û daxwaz ji tevahiya rêxistinên ku mafên mirovan bang dikin, civaka navdewletî û rêxistina CPT dikin ku berpirsyariyên mirovahî bi cih bînin û eşkerekirina şert û mercên ku rêbertî tê de derbas dibe.

Meclisa Jin a Partiya Yekîtiya Demokrat PYD

2023-7-15

Back to top button