JinManşêtNûçe

Rêxistin û tevgerên jinan, bang li gelan û jinan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir ku li hember şerê taybet bisekinin

Rêxistin û tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li pêşiya avahiya Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li Reqayê, daxuyanî da.

Seroka Desteya Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Edalet Omer daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ewlehî û aramî li herêmê hatiye sepandin û rêgezên demokrasiyê û azadiya jinan bûne bingeha civaka herêmê, ji ber wê bûye hedefa hêzên zordest û mêtinger û aliyên dijberî azadiya jinan.

Her wiha hat destnîşankirin ku şoreşa jinan, bûye jêdera îlhamê ya tevahî jinên li Rojhilata Navîn û cîhanê di encama tecrubeya wê ya siyasî û civakî de di birêxistinkirina jinan û perwerdekirina wan de. Balkişandina ser doza jinan bi rêbazên realîst ji bo ku çareseriyên bingehîn jê re peyda bike.

Di daxuyaniyê de hat zanîn ku di paş perdeya şerê taybet de hin hewldan ji bo hedefgirtina karmendên jin ên di saziyên Rêveberiya Xweser û tevgerên jinan de kar dikin hene. Ew ji vê yekê armanc dikin, vîna jinan têk bibin. Di daxuyaniyê de hate gotin ev hewldan û rêbazên derexlaqî bi ser nakevin ji ber ku jin maska li ser rûyê wan û rastî eşkere kir.

Di daxuyaniyê de bang li tevahî gelan û jinan hat kirin ku siyaset û rêbazên şerê taybet werin têkbirin, nasnameya jinên têkoşer were parastin, ji bo ku civakeke hevgirtî ya xwedî ideolojiya rizgariyê ya jinan û dûrî şer û nexweşiyan bê avakirin.

Di dawiyê de hat destnîşankirin ku rêxistin û tevgerên jinan ên li herêmê, hewl didin bi tevahî hêza xwe rê li pêşiya diyardeyên şerê taybet bigire ku hewl didin azadiya jinan û vîna wan têk biibn. Her wiha dê ji bo pêkanîna cezayê adil li her kesê ku hewl dide destkeftiyên şehîdên azadiyê û aştiyê têk bibin, kar û xebat bikin.

Back to top button