ÇalakîManşêt

Li Başûr bi boneya 11’emîn salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê şahiyek hat li dar xistin

Duh, Înê, nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li bajarokê Raniya bi boneya yanzdehemîn salvegera şoreş 19’ê Tîrmehê şahiyek girseyî li dar xist.

Şahiya ku bi beşdariyeke berfireh a siyasî û gelêrî pêk hat, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo giyanê şehîdan dest pê kir, piştre gelek axaftin hatin kirin, di nav de gotina nûnera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Başûr “Evîn Swêid” û li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Raperîn “Heval Bekir” û sekreterê Tevgera Rizgariya Demokratîk a Kurdistanê “Ebdullah Naznînî”, di axaftinan de destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hatin ronîkirin, bi vê boneyê şehîdên Şoreşa Rojava û hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn û şanoyek ji aliyê Rojava ve ya dîlana floklorî hat pêşkêşkirin.

Şahî bi lidarxistina xelekên debkê li ser stranên şoreşgerî û folklorî ji aliyê amadebûnan ve bi dawî bû.

 

Back to top button