ÇalakîManşêtNûçe

Kongra Star li Dirbêsiyê civînek di drebarê 8 ê adarê li darxist

Bi hatina 8ˊê Adarê û bi diruşma ˊBi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibinˊ Kongra Star li navçeya Dirbêsiyê re duh civînek li navenda cand û huner li dar xist
Her wiha di cîvînê hemû endamên saziyan beşdarbûn.
Bi minasebeta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê, divê em tevahî jinên ku têkoşîneke bêhempa meşand, mîna Rozayê, bi bîr bînin. Van jinên têkoşer ji bo standina mafên xwe yên siyasî, civakî û aborî ji zilamên desthilatdar, ji bo pêkanîna wekhevî û rizgarkirina civakê, her wiha ji bo belavkirina nirxên demokrasiyê û hevgirtina gelan li hemberî îdeolojiya pergala baviksalar a ku jinan qir dike, ked û têkoşîneke mezin da.

Back to top button