Kongra Star di bin dirûşmeya : Bi îradeya jinan emê dawî li polîtîkayên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê bînin, di 5’ê adara 2024’an de li navçeya Girkê Legê bi meşekê pîroz kir.
Bi sedan şêniyên Girkê Legê û gund û bajarokên girêdayî wê beşdarî şahiya roja jinan a ku dikeve 8ê Adarê bûn.
Meş ji qada Şehîd Xebat a rojavayê bajêr, di nava qîrîna dirûşmeyên jin, jiyan, azadî destpê kir.
Beşdar li navenda bajêr li hev civiyan û li ser navê Kongra Star Eyhan Murad axaftinek kir û tê de rola jinê ya di dîrokê de, têkoşîna wê ya li her qadê re axivî.
meş bi slogana bi dawî bû.