Çand û HûnerJinManşêtNûçe

KON-MED’ê banga tevlêbûna Mihrîcana Jinê ya Zilan kir

Konfederasyona Civakên Kurdistanî li Elmanyayê (KON-MED) bi daxuyaniyekî nivîskî ji bo 17’emîn Mihrîcana Jinê ya Zîlan ku 17’ê Hezîranê bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî ji Kurdistanê ber bi cîhanê ve” li bajarê Gelsenkîrchen ê Elmanyayê dest pê bike, bang kir

KON-MED’ê diyar kir ku mihrîcana ku ji aliyê Yekitiya Jinên Kurd a li Elmanyayê (YJK-E) ve tê lidarxistin, wê diyariyê Şehîd Evîn Goyî (Emîne Kara) bê kirin ku di 23’ê Kanûnê li Parîsê bi komkujiyeke hate qetilkirin û wiha got: “10 sal piştî Komkujiya Parîsê ku Sara, Rojbîn û Ronahî hatin qetilkirin, dîsa li Parîsê yek ji pêşengên têkoşîna jinê Evîn Goyî hat hedef girtin. Ji ber ku Têkoşîna Jina Azad ku Evîn Goyî bi saya fikr û felsefeya Rêber Apo re bi kedeke mezin berdewam dikir, li Rojavayê Kurdistanê veguherî Şoreşa Jinan. Piştre li Rojhilatê Kurdistanê serhildana ku bi pêşengtiya hevrêyên jin ên Evîn Goyî dest pê kir û bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ku çavkaniya xwe ji paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan digire, belavî hemû cîhanê bû. Serhildana ‘Jin, jiyan, azadî’ ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan ku li seranserê cîhanê didome, bû hêvî û pêşiya têkoşîna azadiya jinan vekir. Têkoşîna azadiya jinan ku ji aliyê pergala mêr a serdest ve zext lê dihate kirin û hewildana ji rê derxistinê re rû bi rû bû, careke din rêya xwe dît û têkoşîna xwe xurttir kir. Di vê çarçoveyê de têkoşîna jinên azad, civaka azad ber bi serkeftinê ve gavên mezin avêtin.”

KON-MED’ê wiha berdewam kir: “Komkujiya Parîsê ya duyemîn bi pêşengiya dewleta Tirk a dagirker, bersiva pergala serdest a mêr-dewletê ya hember têkoşîna azadiyê ya jinê ya bi pêşengiya Evîn Goyî bû. Nêzîkatiya li doza komkujiya Parîsê ev yek bi awayekî zelal derxist holê. Mihrîcana Jinê ya Zîlan di demeke wiha girîng de tê lidarxistin. Li dijî hişmendiya mêr-dewletê ji çar aliyên Kurdistanê û seranserê cîhanê jin wê li qada mihrîcanê dengê xwe bilind bikin û li têkoşîna xwe dewam bikin.”

KON-MED’ê herî dawî ev bang kir: “Em KON-MED ji bo bibin hêza ji têkoşîna azadiyê ya jinan, li qada Mihrîcana Jinê ya Zîlan bin. Em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku ji bo piştgiriya bi têkoşîna azadiya jinan re, ku ji Zîlanan heta Evîn Goyiyan bi berdêlên mezin tê meşandin, tevlê mihrîcanê bibin.

Em bang li her kesê dikin, ku bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ biherikin qada mihrîcanê ku wê 17’ê Hezîranê li bajarê Gelsenkirchen ê Elmanyayê bê lidarxistin.”

ANF

Back to top button