ManşêtNûçe

KCK`ê êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar kir

KCK’ê diyar kir ku hikûmeta nû ya li Tirkiyeyê hatiye avakirin, hikûmeteke tam a şerê taybet e ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin. KCK’ê destnîşan kir ku mafê vê hikûmetê nîne ku Kurdan bi rêve bibe û got, Kurdan li dijî vê rejîm û sîstema faşîst helwesteke zelal nîşan daye û red kiriye. KCK’ê da xuyakirin ku êrîşên li ser Rojava parçeyek ji polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker e û got, “Pêwîste gelê Kurd û dostên wan vê rastiyê baştir bibînin û helwesta xwe ya li dijî rejîma qirker a faşîst û dijminê Kurdan, veguherînin nerazîbûneke xurttir a li dijî êrîşên li ser Rojava û bi xwedîderketina li şoreşa Rojava re didomînin.”

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

‘DIVÊ HER KES LI DIJÎ ÊRÎŞAN HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

“Dewleta Tirk a qirker û mêtinger, ji 7’ê Hezîrana sala 2023’yan ve bi çekên giran êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji ber van êrîşan, heta niha gelek sivîl û şervanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyana xwe ji dest dane û bûne şehîd. Hêzên girêdayê dewleta Sûriyeyê û yekîneyên leşkerî yên Rûsyayê jî bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk û wendahiyên wan çêbûn. Bi van êrîşan, desthilata AKP-MHP’ê mebesta xwe ya xerab û dijminane ya li hemberî Rojava û Sûriyeyê nîşan da. Em van êrîşên dewleta Tirk bi tundî şermezar dikin û bang li her kesî dikin ku helwesta xwe li hember nîşan bidin.

Dewleta Tirk, bi siyaset û hişmendiya xwe neyarê Kurdan û demokrasiyê ye. Armanc û siyaseta esas a dewleta Tirk ew e ku Kurdan qir bike, li ser navê Kurdan çi hebe ji holê rabike. Siyaseta dewleta Tirk a li dijî Rojava û Sûriyeyê jî di vê çarçoveyê de ye. Dagirkerî û êrîşên heta niha kirine ji ber vê polîtîkayê ne. Gelê Kurdistanê bêguman bi vê rastiya dewleta Tirk baş dizane. Hêzên navneteweyî, dewlet jî bi vê rastiya dewleta Tirk dizanin; lê ji ber têkiliya xwe ya bi dewleta Tirk re ya ji bo berjewendiya xwe dengê xwe nakin.

‘DEWLETA TIRK DIXWAZE ROJAVA JI KURDAN XALÎ BIKE’

Dewleta Tirk, bi eşkerehî rakirina pergala demokratîk ku li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê derketiye holê, ji xwe re kiriye armanc. Sedem ew e Kurd jî bi van gelan re di nav vê pergala demokratîk de bûne xwedî îrade. Lê dewleta Tirk ku neyarê Kurdan û demokrasiyê ye, bi tenê van deran dagir nake, dixwaze demografiyê biguherîne, Kurdan ji cih û warê wan bike, Rojava ji Kurdan xalî bike. Dewleta Tirk, niha jî ji xwe re kiriye armanc ku herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike û vê polîtîkaya xwe li derên din jî pêk bîne. Armanca dawiya dawîn jî ew e ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi tevahî dagir bike û pergala demokratîk a li vir ji holê rabike û Kurdan ji cihên wan bike û Rojava ji Kurdan xalî bike. Çeteyên li ba wê û gotina ku wê penaberên Sûriyeyî lê bi cih bike, bi tevahî hincetek e. Li tu dera dinyayê demografiya cihekî nehatiye guhertin û cih ji bo penaberan nehatiye peydekirin, nabe ku bê kirin. Ango ev gotinên dewleta Tirk, ji bo veşartina siyaseta xwe ya qirkirinê ye û bawerî pê nayê.

‘DIVÊ DEWLETA SÛRIYEYÊ JÎ LI DIJÎ ÊRÎŞAN HELWESTÊ NÎŞAN BIDE’

Tişta dewleta Tirk dike, qirkirin e. Qirkirin jî sûcê herî mezin ê li dijî mirovahiyê ye, mebesta dewleta Tirk ne ew e ku cih ji penaberan re bibîne, mebesta wê ew e ku Rojava û Sûriyeyê dagir bike û Kurdan qir bike. Tu aliyekê vê yê veşarî ya jî nehatibe famkirin nîn e. Dewleta Tirk heta niha ketibe ku derê, pergala xwe biriye û wan deran wek ku yên wê be bi rê ve dibe. Dewleta Tirk ne bi tenê dagir dike, îlhaq jî dike. Ji wê yekê, dewleta Sûriyeyê û hemû hêzên xwe li ba dewleta Sûriyeyê nîşan didin, divê li dijî dagirkerî û îlheqa dewleta Tirk helwest nîşan bidin.

Dewleta Tirk ku hin xayîn û hevkarên Kurd li ba xwe digire, ev nayê wateya guherîna rastiya wê. Ev rêbazek e ku ji Osmaniyan maye. Dewleta Osmaniyan, ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan her tim Kurdên bi gelê xwe re xayîn geriyane, li ba xwe girtiye û siûd ji wan wergirtiye. Dewleta Tirk, ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan, serî li vê rêbazê daye. Berxwedanên di dîrokê de wek serhildanên Kurdan ên li dijî înkar û îmhayê çêbûne tên pênasekirin, bi vê rêbazê hatine tepisandin. Niha jî dewleta Tirk hin Kurdên xayîn ên hevkar ku rûmeta xwe firotiye, li ba xwe digire da ku ji der ve bi awayekê din xuya bike. Lê dewleta Tirk bi vê rêbaza xwe êdî nikare vê rastiyê biveşêre, hin Kurdên xayîn ên hevkar, wek maske bi kar bîne. Çimkî haya gelê Kurdistanê ji vê çêbûye û dizane û xwedî vîn e fam bike bê ka ev hevkarî tê çi wateyê.

‘DIVÊ GEL HELWESTA DEWLETÊ QEBÛL NEKIN’

Mixabin, dewleta Tirk planê xwe yê qirkirinê li ber çavên hemû dinyayê pêk tîne, lê dewlet tu nerazîbûnan nîşan nadin. Neyarê Kurdan ê şefê faşîst Tayyîp Erdogan, planê xwe yê qirkirina Kurdan di civîna Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ber çavên hemû dewletan eşkere kir û kesî xwe nerazî nekir. Bi vê rewşê diyar dibe ku dewlet û NY ji heqî û edaletê çiqas dûr in berovajiyê van nirxan in. Ev helwestên dewlet û saziyên navneteweyî nayên qebûlkirin. Divê dewlet dev ji vê helwesta durû ya ku bi eşkere heqaniyetê ji holê radike, berdin. Kurdan li dijî DAÎŞ’ê şer kirin û hovîtiya DAÎŞ’ê rawestand. Ne tenê xwe, hemû cîhanê li dijî faşîzma DAÎŞ’ê parast û ji vê xeteriyê rizgar kir. Lê ev helwesta ku li dijî Kurdan hatiye pêşxistin ku bêdeng dimînin, bi ti awayî bi heqaniyetê re li hev nayê. Divê gel û raya giştî ya demokratîk vê helwesta dewletan eşkere bikin û zextê bikin ku dest ji piştgirîdayîna polîtîkayên qirkirina Kurdan a dewleta Tirk berdin. Dewlet û yên ku xwe weke saziyên civaka navneteweyî dibînin nikarin helwestên bi vî rengî raber bikin, ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin. Gel divê êdî van helwestên dewletan qebûl nekin. Îro têkoşîna demokrasiyê divê bi feraseteke wiha tevbigere û bigihêje astek wiha. Berpirsiyarî û hêza bi vî rengî ya gelan û hêzên demokrasiyê heye.

‘DIVÊ TI KES LI HEMBERÎ ÊRÎŞÊN LI SER ROJAVA XWE BÊDENG NEKE’

Dewleta Tirk ji ber ku bi hincetên li dijî Kurdan tevdigere, dixwaze pergala ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye avakirin ji holê rake, ji xwe desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê li Rojhilata Navîn nûnertiya paşverûtiyê dike û hewl dide paşverûtiyê belav bike. Bi rastî li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pergaleke demokratîk hatiye avakirin ku dikare ji bo Sûriye û tevahiya herêmê bibe modêl. Ev nirxeke ku li ser navê mirovahî, azadî û demokrasiyê hatiye afirandin. Divê hemû gelên Rojhilata Navîn û cîhanê, jin, ciwan, aliyên demokrat ên şoreşger, sosyalîst, rewşenbîr, hunermend, bi kurtasî her kesên ku ji ber nirxên mirovahiyê hestyar in, xwedî lê derbikevin.

Êrîşa li vir divê weke êrîşa li dijî nirxên gerdûnî yên mirovahiyê bê hesibandin, helwest bê pêşxistin û nerazîbûn bê raberkirin. Helwesta ku bê nîşandan divê encamgir be, xwedî hêz û bandor be ku ji her kesî re gav paşde bide avêtin. Desthilatdariya AKP-MHP’ê bi van êrîşan zemîna êrîş û qetlîamake nû diafirîne. Ji ber vê yekê divê li hemberî vê bêdeng nemînin, li hemberî her êrîşê nerazîbûneke xurt were nîşandan. Gelê Kurd jî divê li her derê welêt û li derveyî welêt xwedî li Rojava derbikeve, nerazîbûnên xwe yên li dijî van êrîşên desthilatdariya AKP-MHP’ê xurtir nîşan bide.

BANGA BERXWEDANÊ

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê bi eşkere diyar dike ku di sedsala duyemîn a komarê de ew ê qirkirina Kurdan bi temamî biqedîne û paşverûtiya ku li herêmê lewaz ketiye, ji nû ve zindî bike. Hikumeta nû ji bo pêkanîna vê armancê hat avakirin. AKP-MHP’ê li Kurdistanê bi tîfaqa hêzên hevkar, xiyanetkar û kontra re ketin hilbijartinan. Niha ji bo kûrkirina van polîtîkayên qirkirina Kurdan, çend Kurdên xayin xistin hikûmetê û armanc dikin bi wan re vê polîtîkaya xwe veşêrin. Lewre hikûmeta nû hikûmeteke şerê taybet e ku ji bo qirkirina Kurdan hatiye avakirin. Bêguman ev hikûmet û serokê wê şefê faşîst Tayyîp Erdogan nûnertiya Kurdan nake û mafê wan ê rêveberina Kurdan jî nîne. Kurdan li dijî vê rejîm û pergala faşîst helwesteke zelal raber kirin û qebûl nekirin. Ji xwe ev rejîm tenê qirkirinê li Kurdan ferz dike, êrîşên li dijî Rojavayê jî parçeyek ji vê ye. Gelê Kurd û dostên wan divê vê rastiyê baştir bibînin û helwesta xwe ya li dijî rejîma qirker, li dijî êrîşên li ser Rojava veguherînin nerazîbûneke xurtir û zêdetir xwedî li şoreşa Rojava derbikevin.

Gelê me yê Rojava jî divê bizanebûna ku gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya demokratîk a pêşverû li ba wan in, berxwedana xwe ya heta niha ku li hemberî êrîşan raberkirine bi xurtî bidomînin. Divê gelê me cih û warê xwe neterikîne, li dijî êrîşan berxwedaneke topyekûn raber bikin.”

ANHA

Back to top button