ManşêtNûçe

KNK: Ji bo ku Helebçeyên nû çênebin divê hêzên sîyasî di nava tifaqê de bin

Konseya Rêveber a KNK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Helebçeyê daxuyaniyek da û got: “Di şexsê şehîdên Helebçeyê û Enfalê de em hemû şehîdên Kurdistanê bi rêz û hurmet bi bîr tînin, rejîmên kujer û dagirker ên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.”

KNK’ê bi bîr xist ku beriya 33 salan di 16’ê Adara 1988’an de hêzên rejîma dagirker a Iraqê bi çekên qedexekirî yên kîmyewî û jehrdar komkujiyeke mezin li xelkê sivîl ê Helebçeyê kir û diyar kir ku di vê komkujiyê de nêzî 5000 zarok, jin, mêr, kal û pîr ên bêguneh hatin şehîdxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Bombebarankirina Helepçeyê, yek bû ji zincîra tawanên siyaseta qirkirinê bi destê rejîma dagirker a Baas a Seddam li Başûrê Kurdistanê, ku bi kîmyabarankirina deverên Behdînan, Balîsan, Qeredax û Şêxwesanan, bi rêya operasyonên Enfalan re destpêkiribûn. Ew jî bi merem û armanca jinavbirin û tinekirina gelê kurd û Kurdistanê bû.”

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Her ji destpêkê ve, dema rejîma Baas desthilat li Iraqê girt, dest bi komkujî û asmîlasyona Kurdan kirin. Di serî de weke gurên har ketine nava Kurdên feylî û bi dehan hezar kes kuştin û bi deh hezaran jî koçber kirin û heta niha jî çarenivîsa piraniya wan nexwiya ye. Di destpêka salên heştêyan de 8 hezar Barzanî enfal û bi saxî binaxkirin. Li prosêseka nêzî 4 salan û bi navê operasyonên Enfalan, ji Germiyan heya Behdînan zêdetirî 182.000 mirovên sivîl û bêguneh mîna celebên pezî veguhastin sehrayên başûrê Iraqê û bi hovane kuştin. Zedetirî 4000 gundên Kurdistanê wêran kirin.

Lê ewa li Helebçê qewimî, yek ji mînakên herî mezinên tawankarî yên sedsala 20 e. Di navbera çend saetan de nêzî 5000 hezar kes hatin qetil kirin û hezaran kes jî birîndar bûn. Bi vê ve Helepçe bû êş û birîneke mezin a gelê Kurd.

Di sedsala derbasbûyî de gelek komkujiyên mezin li ser gelê me pêk hatin. Mixabin heya niha jî bi temamî komkujiyên li ser Kurdan hatine kirin wek jenosîd nehatine naskirin û li dadgehên navdewletî nehatine darezandin. Bêguman hewldan û kar û xebat ji bo wek jenosîd nasandinê hatine kirin, lê mixabin tenê di çarçoveyên mirovî de hatine qebûl kirin û nebûne keysên siyasî.

Bila her kes bizane ku tehlîkeyên komkujiyan li ser Kurdan derbas nebûne, kî çi dibêje bila bêje, ew tehlîke li çar parçeyên Kurdistanê jî berdewam e. Her duh bû li Şengalê li ser gelê me yê Êzidî komkujî pêkanîn, hezaran mirov bi gorên komî de binaxkirin, bi hezaran zarok û jin revandin. Pênc sal pêş niha komkujiyek mezin li Cizîra Bohta, sê sal pêş niha jî li Efrînê pêkhat. Salek pêş niha jî li Serêkanî û Girêspî heman senaryo xistin merîyetê. Roja me ya îro da jî operasyonên dewleta Tirk li deverên din yên Kurdistanê berdewam in û bi xwe re komkujiyan jî tîne.

Divê em bizanin, di 33’emîn salvegera qetlîama Helebce de, niha jî heman tehlîke di rojevê de ye. Bi taybetî carek din Şengal di bin tehdîdek mezin de ye. Ji bo Helebçeyên nû çênebin, divê hêzên sîyasî bi hev re di nava tifaqê de bin, divê hêzên parastinê yên kurdistanî bibin yek, bêne xurtkirin û bi hev re xwedî li Kurdistanê derkevin.

Îro jî, ji nûve avakirin, başkirina îmkanên jiyanê, dermankirina birînên hemî deverên komkujî, Enfal û tewanên din tê de hatin kirin, karekî me yê neteweyî, wijdanî û ehlaqî ye. Yek ji erkên neteweyî, wijdanî û ehlaqî jî avadankirina Helepçeyê ye û xweşkirina jiyana xelkê Helepçeyê ye. Xizmetguzariya ji bo xelkê Helepçeyê jî divêt bi her awayî bête kirin. Helepçe divê ji her alî ve ava be. Bîranîna Helepçe û jenosîda Helepçeyê bila tenê di çarçoveya seremonîyal de nemîne û bi aktîvîte û xebatên sosyal, kulturî û hunerî ve divê herdem li bîr be.

Karesata trajîk a Helebçê, li aliyê mirovî ve bû nasname ya mezlumiyeta Kurdan. Komkujî ya li Şengalê jî bi heman arasteyê ber wê nasnameyê ve diçe. Li kêleka van nasnameyan berxwedan û lehengiya hêzên parastinê, bi taybetî berxwedana li Kobanê, yek çeperî û parastina hevpar ya hêzên Kurdistanî li dijî terora DAÎŞ ê, nasnameyek berxwdêr ava dike û ava jî kiriye. Ev cesaret û berxwedana Hêzên Parastinê li hember dagirkeran û terorê, her weha dengvedana wê li cîhanê, hêzeke mezin dide me û ji bo armancên me yên pîroz derîyên berfrehtir vedike.

Em Helebçê qet ji bîr nakîn. Çawa me Dêrsim, Gelyê Zîlan, Serdeşt, Merîwan, Amûdê, Enfal bi giştî, Kurdên Feylî, Yarsan, Êzidî, Şengal, Roboskî, Cizîra Bohta û hemû komkujî yên din yên ku bi destê dagirkeran hatin serê gelê me ji bîr nekirin, em ê Helepçe jî ji bîr nekin.

Em carek din di şexsiyeta şehîdên Helepçe û Enfalan da hemî şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin û bejna xwe li ber bîranîna wan ditewînîn.”

ANHA

Back to top button