Gotar

Ji Pêşveçûna Sînema Kurdî -1-

Biradostê Mîtanî

Sînema Kurdî jî weke beşek ji çanda Kurdî ya ku kesayeta Kurdî ava dike ,ketiye bin fer’aşên stemkariya dagirkeran de , Ji ber ku wan dagirkeran netwa Kurdî serkut dikir. Wilo jî çanda Kurdî bi giştî û Sînema wê bi taybet, di bin wê stemkariyê re derbas bûye û çêkirina filman qedexe bû. Lewra gelek xebatkarên wê di zehmetî û astengiyan re derbas dibûn . Diketin zindanan , amûrên wan dihatin şikandin û piştî ku wan bi wan zehmetiyan û derfetên teng û abûriya zehmet  jî film çêdikirin, qedexe dibûn ku werin nemayeşekirin û gelek caran,li ser destên dagirker û desthilatdaran,  ji mehrîcanên filman ên herêmî û navdewletî jî dûr dixistin.

Çawa gelê Kurd li ber xwe daye û xwe gihandiye vê qonaxa şehristanî, bi vîna xwe ya xurt ,wilo jî Sînema me ya Kurdî jî li ber xwe daye . Çi qas kêmayî di pêşeketina wê de hebe jî ,lê dema em wê bidin ber ya welatên rizgarbiwî jî ,lê wilo jî ew xwedî hebûneke balkêş e ,ta radeyekê gavên pîroz avêtine.

Dema em wê bişopînin em ê van qonaxên wê yên giring bibînin Ku ji aliyê demê ve em Sînema  Kurdî bidine ber ya cîhanî û em bêjin dereng hatiye  ,lê dema ku ew lê peyda bi  wî demeke dûr e û ne nîzîk e ,ji ber ew  berya sed salekê ye ev dem ji gelekî bindest re ,weke gelê Kurd pir binirx e.

Cara yekem û bi şêweyê fermî  li ser destên derhênerê Ermenî  (Jêderin dibêjin Kurd e )Hamo Nezariyan bû  ,dema bi kamîra xwe ve li nav gundên Kurdan ên li Ermenistanê yên herêma çiyayê ALEGEZÊ (ARAKSÊ) digeriha û wî filmê bi navê Zerê sala 1926z çêkir  ,li ser evîna keçeke Êzdî ya navê wê ZERÊ bû, dema wê û xortê bi navê Seydo ji hev hez dikrin ,lê mêrkê zemîndar û têr  Teymûr dibû asteng di navbera wan de ,ji ber wî dixwest ZERÊ ji xw re bibe.

Weke em zanin ku li Ermeistanê çanda Kurdî di qonaxinan balkêş û pêşketî re derbas dibû,lewra sala 1930z derhêner Amîl Lodwing  ev filmên Kurdî çêkirin : Selahedîn , Mem û Zîn , Xanê dimdim , û Siyabendê Silêvî.

Em karin bêjin Sînema Kurdî mîna raperînekê pêk hat di salên şêstan de ,ji çerxê bîstan, çimkî wê gavên serkeftî avêtin. Derhêner Kamîran Hisnî 1956z  filmê Se’îd Efendî derhêner kir. Wê raperîna Sînema Kurdî deng veda bihtir di sala 1957 z deû piştre li ser destên derhêner,nivîskar,sînarist û şanogerê nemir Yelmaz Gonê, li Bakurê Kurdistanê yê ku bihtir ji (110) filman çêkirin. Ji wan: Rê , Kerî û Omîd . Wî li Tirkiyê û Cîhanê (17) xelat standin ,ji wan xelata çiqlê Zêrîn li mehrecana KAN li parîsê  1982z . Wî gelek filmên xwe di zindanê de çêdikirin û rêdikirin je hevriyên xwe re yên  ji dervî zindanê û wan pêk tanîn. Ji ber ku ew  ji kesê gewre ye di cîhanê de , lewra dema çû li ser dilovaniya Xwedayê xwe, cendekê wî li goristana Şarilpas (Gewreyan) li Parîsê oxirkirin. Şanogerê navdar ê li Tirkiyê Cinêd Erkek dibêje : Carekê xelata yekemîn a şanogervaniyê li ser asta Tirkiyê bû nesîbê Yelmaz Gonê ,lê rêjîmê nedayê de .Da min , lê min ji ber ku ew xelat layîqî dostê xwe yê ku me pevre jiyan kirî Yelmaz Gonê  dît , ew xelat min negirt xwe.

Ya balkêş em dibînin ku çanda Kurdî bi giştî û Sînema Kurdî bi taybet li dervî Kurdistanê bihtir pêş ketiye  , ji ber pir astengî jê re hebûn û cara ku di hindiriwê Kurdistanê de be jî ,mînak Filmên nemir Yelmaz Gonê ew ne bizimanê Kurdî bûn. Lewra li derve bûn ,nexasim li dewleta Yekîtiya Soviyêt a ku di wê dema sala 1975z  de sê filmên Kurdî  yên belgeyî hatin çêkirin : Em Miletî  ne ,Em Kurd in û Kurdên Ermensitanê.

Back to top button