Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ku agahiyên xwe ji şahidan wergirtiye, îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê duh welatiyê bi navê Ebdo Şaban (42) ji mala wî ya li bajarê Efrînê revand û wî birin cihekî ne diyar.
Rêxistinê diyar kir ku dagirkeran dest danî ser erebeya Ebdo Şaban.
Ji destpêka îsal ve li Efrînê 4 welatî ji aliyê dagirkeran ve hatin qetilkirin û 96 jî hatine revandin ku di nav de jin û zarok hene.
Li Efrînê ya ji Adara 2018’an ve di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê de ye sûcên qetilkirin, revandin, talankirin û guhertina demgorafî dewam dikin.