ManşêtNûçe

Greva birçîbûnê di roja 92’yan de didome

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û rakirina tecrîdê, dest bi greva birçîbûnê ya demkî û dorveger kiribûn. Çalakî, di roja 92’yan de berdewam dike.
Çalakiya greva birçîbûnê di 27’ê Mijdarê di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” hate destpêkirin. Girtiyên siyasî destnîşan kiribûn ku heke heta 15’ê sibatê tecrîd neyê rakirin dê çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû bikin.
Back to top button