ManşêtNûçe

Însiyatîfa Nûn: Dewleta Tirk nikare fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocelan ji holê rakin

Însiyatîfa Nûn a Azadiya Ocalan daxuyaniyek da derbarê salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15ʹê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan.

Di daxuyaniyê de hate bi bîrxistin ku ji 24 salan ve dewleta Tirk a faşîst binpêkirinên dermirovî yên di asta pskolojîk û qanûnî de li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk tîne.

Însiyatîfê diyar kir ku tevî bangên gel û daxwazên malbat û parêzeran ên dîtina Rêber Ocalan, her wiha tevî bangên li saziyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan û Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ku zextên li desthilata hikumeta Tirk bikin, ji bo ku tecrîda mutleq û îşkenceyê bi dawî bikin û Rêber Ocalan serbest berde, lê ev daxwaz bê bersiv dimînin.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin, revandina Rêber Ocalan li dijî tevahî pîvan û qanûnên navneteweyî ye û ev tişt hatin gotin: “Her çi qasî dewleta Tirk tecrîdê li ser Rêbertî, ronakbîrê neteweyî Abdullah Ocalan giran bike jî, nikare roja wî tarî bikin û fikr û felsefeya wî ji holê rakin. Ji ber ku fikrên wî dîwarê lal derbas kirine. Girtîgeha Îmraliyê bûye çavkaniyek ji bo ronîkirina fikrî, şaristanî û mirovî. Fikrên Ocalan bandora xwe ji herêma Rojhilata Navîn derbas kir û sînorê erdnîgarî û siyasî derbas kir. Gelên azad ên ku xwedî li vê fikrî derketine û îlham jê girtine, vî fikrî wekî benda şikandina koletî û destpotiyê dibînin. Teoriya neteweya demokratîk ji tevahî gelên bindest re rêya xilasiyê ye û ji hemû pirsgirêkên ku desthilatdaran derxistine re, kilîta çareseriyê ye.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku bi dîlgirtina Rêber Ocalan meşaleya serhildanê ya li dijî dewleta Tirk venamire û xeta azadiyê betal nabe. Her wiha hate gotin: “Roj bi roj girêdana tevahî gelan û jinan bi taybet a bi felsefeya azadiyê ya Rêbertî ve xurt dibe. Roj bi roj çalakiyên bi banga rakirina tecrîda li ser Rêbertî zêde dibin. Ji roja yekemîn a dîlgirtina sembola azadiyê ve gelan û jinan sond xwarine ku ew ê bê deng nemînin heta ku Rêbertî azad bibe û di nav gelê xwe de be.”

Însiyatîfa Nûn bi domdarî got: “Em ê bênavbera asta têkoşînê xurt bikin heta ku di demeke nêzîk de agahiyan li ser rewşa tenduristiyê ya Rêber Ocalan bigirin û armanca xwe ya sereke ya azadiya fîzîkî ya Rêbertiya Xweser mîsoger bikin.”

Însiyatîfa Nûn bang li CPTʹyê jî kir ku erka xwe ya mirovî bi cih bîne û helwesteke adilane nîşan bide û got: “Dem hatiye ku CPT helwesteke qanûnî ya tund, adilane û zelal der barê vê doza mirovî de bigire. Bêdengî nîşaneya hevkariya pêkanîna sûcên dermirovî ye ku li dijî gelan û jinên Rojhilata Navîn têne kirin, an ku berdewama tundî, tevlihevî û şeran e. Bêdengî tê wateya têkbirina hemû hewldanên aştî, ewlehî û edaleta rasteqîn.”

ANHA

Back to top button