ManşêtNûçe

Derar: Dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar balkişand ser hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ku nahêlin alîkariyên mirovî yên Rêveberiya Xweser derbasî herêmên wêranbûyî bibin û ji bo ku alîkarî bigihêjin herêmê şertan li Rêveberiya Xweser ferz dikin.

Derar wiha got: “Bi kurtasî ev trajedîk li ser serê hemî sûriyan e û destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser erkê xwe yê exlaqî û mirovî li gorî vê pêvajoyê pêk anî û alîkarî şandin, lê mixabin hikumeta Şamê û hikumeta demkî nehişt ku ev alîkarî derbasî mexdûrên sûrî bibe.”

Derar îşaret bi şerta ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker kir û got: “Wan şert danî ku tevahî alîkariyan bi rêya Tirkiyê û deriyên Tirkiyê derbasî herêmên wêranbûyî bibin. Hemû jî dizanin ku nepêkan e alîkarî derbasî Tirkiyê bibin û piştre derbasî herêmên Sûriyê bibin.”

Derar diyar kir ku MSD, QSD û Rêveberiya Xweser ev mijar di siyasetê de bi kar neanî, lê belê alîkarî bê şert pêşkêş kir û got: “Em qet nafikirin ku van alîkariyan ji bo pêkanîna berjewendiyên siyasî pêk bînin. Lê belê alîkarî hene, ya tê xwestin jî ew e ku ev alîkarî bi awayekî fermî werin pêşwazîkirin.”

Derar di dawiyê de da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê hesabên xwe di ser yên mirovî re girtin û sûrî bi mirinê re hiştin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Tenê serhişkî hebû. Li gorî çavdêriya me, hesabên siyasî ji yên mirovî mezintir in ku xelk di bin kavilan de û bi mirinê re rû bi rû hiştin beyî ku nirxên mirovî di ber çavan re derbas bikin. Cîhan bi giştî di serî de Tirkiyê berpirsrên vê rewşê ne.”

Back to top button