ManşêtNûçe

Di encama erdhejê de zirar gihaştiye 13 dibistanên Kobanê

Ji roja yekemîn a erdhejê ve, dewam li dibistanênê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat rawestandin. Lê ji yekşemê ve dewam dîsa li dibistanên piraniya herêman dest pê kir. Tenê li herêma Firat û Şehbayê û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê dibistan hê jî girtî ne.

Desteya Perwerdeyeyê betlaneya dibistanan heta hefteyeke din li herêmên navborî dirêj kir. Ji bo ku ji saxlambûna dibistanan piştrast bibin.

Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Bekir El Cerade got: “Erdheja çêbûye bandor li gelek avahiyên li herêmê û di nav de dibistanan, kiriye. Ji ber wê me komîteyeke endezyaran ava kir da ku li ser dibistanan bigerin û kontrol bikin.”

El Cerade diyar kir ku ji ber erdhejê 13 dibistanan zirar dîtiye û got: “Li gorî endezyaran, xeterî zêde tune ye. Lê ji bo saxlemiya xwendekaran me dewama dibistanan heta hefteyekê taloq kir. Em li bendê ne ku rewş aram bibe.”

El Cerade destnîşan kir ku heta endezyar nirxandina giştî ya rewşa 571 dibistanan bi dawî nekin, dewam dest pê nake.

El Cerade anî ziman ku li gorî nirxandina endezyaran, erdhejê herî zêde bandor li dibistanên Şehîd Hogir û Şehîd Seyd kiriye, lê xeterî û metirsî ne zêde ne.

El Cerade bal kişand ku hin dibistanên mezin li Kobanê hene, ji bo vegera xwendekaran divê bên restorekirin.

Back to top button