ÇalakîManşêtNûçe

Insiyatîfa gel a azadiya rêber APO di kontona firatê de daxuyaniyek da

Bi sedan şêniyên bajarê kobanê ji bo kompiloya li ser rêbertî  pêk tê daxuyaniyek duh dan.

Daxuyanî li qada şehîd Egîd ya bajarê kobanê hat dayîn di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

Ji yekîtiya Ewropayê re

Ji dema dilgirtina Rêbertî Ebdullah Ocelan di ’15/2/1999′ an de di bin navê kompiloya navdewletî de û radest kirina wî ji desthilatdariya tirkiyê re li balefirgeha nîrobê /kîniya de dewleta tirkiyê ji roja destpêkê de bi sîstemîk hemû mafên wê binpê dike û ji sala 2021 an vir ve serî li polîtîkeyan û pêkanîna tecirîdê giran dike û ji sala 2022 û 2023 an de ev tecirêd girantir bûye û biriyarên neteweyên yekbûyî delamet nake û xwe berpirisiyar nabîne. Her wiha bersiva dadgeha ewropa ya mafê mirovan nade û wekî qedexkirin û rêgirtina li hember her esîrek mehirûm ji nûne re malbat û xizmên wî di demeke herî zêde di nava her çardeh rojan carekê bibînin lê belê zagonên dewleta tirkiyê ji bo dîlgirtîyan tersî van zagonên navdewletî ne.

Zêdetirî sê sala li ser rêberê gelê kurd ebdelah ocelan polîtika tecirîda mûtileq anho a bê şert a dûrî cîhana derve hatiye pêkanîn û hevdîtina wî bi malbata wî û parêzerê wî re qedexe kirine û hiştiye ku hemû agahî li ser wî û rewşa wî di bêdengiyê de bibore ji dema axaftina wî bi birayê wî re ku pênc xûlekan derbas nekirbû di ’25 adara 2021’an de

Her wiha tu daxuyanî di derbarê rapora ku ji komîteya ewropî re hatibû amedekirin ji bo têkoşîna li dijî êşkenceyê (CPT) piştî serlêdana wî ya li zindana imralê di 22 îlola 2022 an de nehatiye derxistin

Dewleta tirk hilbijart ku imralê dervayî zagonên navnetewî bihêlîne û tevî zagonên wî di bin şert û mercên giran yên avhewayî û şert û mercên tendûristî hema hema tûneyî ne her wiha bihêlîne her wiha tevî polîtika cezayên dispilînê yên berdewam kirî ya ku armanca dewleta tirkiyê jê bê parbûna rêber APO ji parastinê ku di zagonên nav netewî de hatîye diyarkirin

Nemaze ku temenê 75 saliyê derbas kirîye jê 25 salên xwe di zindana imralêde derbaskirîye. Di encamêde dewleta tirkiyê ji holê rakirina rêber apo armanc dike ku bi rîya wî doza kurdan tune bike û rojhilata navîn vegûhêre navenda şer û pevçûnan. Ji ber vê yekê bawerîya me bi bandor û girîngiya rola konseya ewropa heye ku di hêz û karîna wî de tirkiyê neçar bibe ku biriyarên wan pêk pîne ji ber ku endamekî dilsoz yê konseya yekîtiya ewropa û endamê neteweyên yekbûyî ye

Ji bo bidestxistina edaleta zagonên navnetewî em bang li we dikin ku dawî li  tecirîda li ser rêberê gelê kurd ebdelah ocelan bînin û azadiya wî ya fîzikî bi dest bixin

Daxuyanî bi siloganên bijî serok Apo bi dawî bû.

 

Back to top button