ManşêtNûçe

Dayikan mohra xwe li roja 10’an a Meşa Azadiyê dan

Dayikên ku bi şaxên zeytûnan meşvanên azadiyê pêşwazî kirin, mohra xwe li roja 10’emîn a “Meşa Mezin a Azadiyê” dan.
“Meşa Mezin a Azadiyê” ku bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk di 1’ê sibatê de li Qers û Wanê hatiye destpêkirin 10 roj li pey xwe hişt. Meş, dê di 15’ê Sibatê de li gundê Amara yê Rihayê ku Abdullah Ocalan lê ji dayik bûye dê bi dawî bibe.
Meşê, di nava gelê kurd de rê li ber kelecaneke mezin vekiriye. Baskê meşê yê Wanê ku piştî Şirnexê derbasî Mêrdînê bû, duh li Qoser û Dêrikê bi gel re hate gel hev.
Meşvan ji ewil hatin navçeya Artuklu ya Mêrdînê û bûn mêvana malbata Veysî (bubo) Taş ku di 12’ê çileya 2023’yan de li dijî tecrîdê xwe şewitand. Malbatê, Meşvanên Azadiyê bi wêneyên Taş pêşwazî kir. Keça Taş, Havva Taş di serdanê de axivî û got: “Dê azadî ji bo me tevan bê.” Bi vê gotina xwe aliyê civakî ya daxwaza azadiya Abdullah Ocalan jî anî ziman.
 Meşa ku bi sirûda “Herne Pêş” dest pê kir, bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî Serok Apo”, “Ciwan fedaiyên Apo ne” hatin berzkirin û dirûşman li kolanên  Qoserê olan dan. Ji 7 salî heta 70 salî bi hezaran kes tev li meşa ku li ser Cadeya Nexweşxaneyê ya Kevin hatiye lidarxistin bûn. Eleqeya mezin a zarok û ciwanan, coşa meşê jî hêj bêhtir zêde kir.
Baskê meşê yê Qersê jî duh ji Farqîn a Amedê derbasî naveya Hezo ya Êlihê bû û bi gel re civiya. Meşvan, li Farqînê bi coşeke mezin hatin pêşwazîkirin û bi dirûşm û çepikan meş hat lidarxistin. Meşvanan, piştî meşê ji lehengên gelê kurd Rindêxan bi bîr anîn û qurnefîl danîn cihê  ku di dema serhildana Şêx Seîd de ji bo nekeve destê leşkerên tirk xwe di pirê de avêtibûyê û jiyana xwe ji dest dabû.
Yek ji cihê ku Meşvanên Azadiyê herî zêde bi girseyî lê hatin pêşwazîkirin jî navçeya Hezo ya Êlihê bû. Ciwanan, bi dirûşm û pankartan meşvan pêşwazî kirin. Di dema pêşwazîkirinê de pankartên “Tenê kesên ku dilê wan bi germahiya agir û azweriya serkeftinê lê dide dikarin bi me re bimeşin”, “Tecrîd sûcekî li dijî mirovahiyê ye” û “Hezo, meşvanên azadiyê silav dike” hatin vekirin. Di pêşwazîkirinê de bênavber dirûşm hatin berzkirin. Ciwanên ku kolanên navçeyê bi dirûşmên xwe hejandin, pêşengtiya meşê dikirin.
Back to top button