ManşêtNûçe

Asya Abdullah: Azadiya li Rojava bi destê jinê hat bidestxistin

Li bajarê Kîel ê Almanyayê bi dirûşma “Jin jiyan azadî“ panêlek hat lidarxistin. Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Abdullah û Berdevka Têkiliyên Derve ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Nîlufer Koç tevlî panêl bûn.

Di panelê de Hevseroka  Asya Abdullah Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) axivî û der barê rewşa dawî ya Rojava de agahî da. Abdullah anî ziman ku azadiya li Rojava bi destê jinên kurd hatiye bidestxistin û wiha got: “Bi vê hişmendiyê em minetdarê jinên kurd in. Em bi fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mezin bûn û karên serkeftî bi dest dixin.“

Asya Abdullah Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD)  da zanîn ku jinên kurd li Rojava xwe birêxistin kirin û bi ser ketin. Abdullah destnîşan kir  ku li Rojava jinên ku li dijî desthilatdariya mêr a cîhanê li ber xwe dane hene û wiha pêde çû: “ Pergalên cihanê bi awayekî bêperwa li ser bedena jinê xwe didin meşandin. Li Rojava me ev yek hilweşand û me xwe parast. Jinan li Rojava qanûna xwe ya jiyanê ava kirin.”

Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah têkildarî êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser Rojava jî axifî û diyar kir ku êrîşên Tirkiye û çeteyên wê jî mîna êrîşên DAIŞ’ê ne.

Panêl bi dirûşmeya “Jin, jiyan, azadî” bi dawî bû.

 

Back to top button