ManşêtNûçe

HDP`ê êrîşa dewleta Tirk a li ser balafirgeha Silêmaniyê şermezar kir 

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) têkildarî êrîşa li ser Silêmaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Êrîşên sîstematîk ên li ser xaka hikûmeta Herêma Kurdistanê û cihên sivîlan, ji bo hemû herêmê rewşeke xeternak derxistiye holê. Êrîşa ku êvara 7’ê Nîsanê bi balafirê keşfê yê bombebarkirî li ser Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê ku ji 3’ê Nîsana 2023’yan ve qada hewayî ji aliyê Tirkiyeyê ve hatiye girtin, pêk hat, asta metirsiyê zêde kiriye.

Her çendî di vê êrîşa li ser balafirgeha ku her sal ji aliyê milyonan sivîl tê bikaranîn de tu windahiyên canî çênebûn raya giştî rehet kiribe jî, lê girîng e hemû raya giştî û bi taybet gelê Silêmaniyê hêzên li pişt vê êrîşê eşkere bikin.

Di encama êrîşên bi vî rengî yên berê de hejmareke mezin ji sivîlan hatibûn kuştin û ji ber encama lêkolînê nehatin eşkerekirin, rê li ber van êrîşên nû vedike. Eşkere ye ku hêzên li pişt êrîşa ser balafirgeha navdewletî ya Silêmaniyê dixwazin bi girtina Herêma Kurdistana Iraqê di nav xeleka tundûtûjiyê de, ji hawîrdora nakokiyan sûd werbigirin. Ji ber vê sedemê em bang li Neteweyên Yekbûyî, Hikûmeta Navendî ya Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê dikin ku li hemberî van êrîşên ku rasterast sivîlan dikin hedef, helwesteke zelal nîşan bidin û pêvajoya eşkerekirina kiryaran bi awayekî zelal bimeşînin. Ger wiha nebe, ev êrîş wê hem tevahiya Iraqê hem jî Herêma Kurdistanê bi awayekî sîstematîk veguherînin navenda nakokiyan. Bi vê minasebetê em serxweşiyên xwe pêşkêşî xelkê Silêmaniyê dikin û dixwazin bizanin ku li hember van êrîşên tarî em li gel wan in.”

Back to top button