ManşêtNûçe

Pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ li Elmanya ket qonaxa duyemîn

Li bajarê Koln ê Elmanyayê, rêxistinên Kurd, komên çep ên Tirkiyeyî û dostên gelê Kurd civîneke çapemeniyê li dar xistin û qonaxa duyemîn ‘ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ ragihandin.

Gelek çalakî û meş hatin lidarxistin

Ji destpêka pêngavê û vir ve çalakî û kampanya bênavber hatin lidarxistin. Li gel meş û çalakiyan di çarçoveya kampanyaya ‘Şandina 100 hezar qertî’ li her derê ji Îmraliyê re qert hatin şandin.

Li Kolnê di çarçoveya heman pêngavê de meşeke mezin hat lidarxistin, bi heman daxwazê li girtîgehan greva birçîbûnê û xizmên girtiyan jî çalakiyên Nobeda Edaletê pêk tînin.

Ji Skoçya û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) jî tevlibûn li civîna çapemeniyê bû, hat ragihandin ku qonaxa duyemîn a bi 1’ê Adarê re dest pê kir wê heta 1’ê Gulanê Roja Karker û Kedkaran a Cîhanê berdewam bike.

Di civîna çapemeniyê de ku bi Kurdî, Tirkî, Îngilîzî û Elmanî hat dayîn, hat destnîşankirin ku 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, 4’ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan û 1’ê Gulanê wê di çarçoveya vê pêngavê de bên pêşwazîkirin.

Hat gotin, bi beşdariya bi sed hezaran kesan wê meş bên lidarxistin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê kirin û zext li dewleta Tirk bê kirin ku deriyê Îmraliyê veke.

Banga dawîanîna tecrîda li Îmraliyê

Di civîna çapemeniyê de hat xwestin ku tecrîd bê rakirin, sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bê rakirin, Abdullah Ocalan di çareserkirina pirsgirêka Kurd de weke muzakerevanê sereke bê azadkirin û dawî li zilma li gelê Kurd bê anîn.

Di qonaxa duyemîn a pêngavê de wê li pêşiya Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) jî çalakî bên lidarxistin.

Di daxuyaniya çapemeniyê de bi taybetî bang li Elmanyayê hat kirin ku dawî li hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re bîne.

jinha

Back to top button