ManşêtNûçe

Gelê me li ku dibe bila bibe divê ji bo rizgarkirina Efrînê têkoşîna xwe bilind bikin

Endamên Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtî ya Demokratîk PYD têkildarî komkujiya li navçeya Cindirêsê ya Efrînê ya şeva Newrozê pêk hatibû ku di encamê de 4 sivîlên Kurd şehîd bûbûn, bi tundî şermezar kirin, û banga bilind kirina têkoşînê kirin.

Divê gelê Kurd li herderê ji bo  Efrîn û Cindirêsê tevbgere

Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Bekir Hec Îsa got:” weke em zainin mafên mirovan tiştekî xwezayî ye hemû pêkhate li ku deverê bin rêveberiya xwe bi xwe dikin ji bo parastina çand û netewa xwe, li Efrîn komkujî der heqê gelê me pêk tên, herî dawî komkujiya Cindirêsê,  ji  bo vê pêwiste  em têkoşîna xwe bilind bikin”.

Hec îsa diyar kir ku, divê ji hemû hêzên navnetewî bê dixwaz kirin ku rewşa Efrînê bi cidî were giritin, ku di serî de dagirkirî ya li ser Efrînê were bi dawî kirin, û niştecihên wê yên resen vegerin warê xwe û li ser xaka xwe rêveberiya xwe bi xwe bikin.

Hec îsa, tekez kir ku divê asta têkoşînê bilind bibe û got:” ji ber vê yekê em dengê xwe bilind bikin êdî bese ji dagirkeriya Tirk re”.

Dagirkeriya Tirk berpirsiyarê binpêkirinan e

Ji hêl xwe ve Endamê Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD Elî El-Hesen diyar kir ku bûyera li navçeya Cindêris rûda sûceke hovane ye û bi tundî şermezar dikin.

Elî Al-hesen got:” Ev sûc nîşana hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê ye li dijî gelê Efrînê, ji bo gelê me bi aramî li ser xaka xwe bijî divê dagirkirî bi dawî bibe û Efrîn were rizgar kirin û gelê me vegere ser xaka xwe.

Al-Hesen wiha domand: Niha ev gel di kampan de dijî li herêma Şehba û herêmên din, divê Efrîn di bin parastineke navneteweyî de be, sûcên dewleta Tirk ji her kesî re eşkere ye, komkujiya êvara Newrozê ne kumkujiya yekemîn e û wê ne ya dawî be gelê Efrînê zêdetirî 5 salan rastî kumkujiyan tê ji bilî qutkirina daran, talankirina mal û milkan û guhertina demografîk pêwiste her kes ji bo rizgarkirina Efrîn têkoşîn bike.

Back to top button