ÇalakîManşêtPYD

Asiya Abdullah: Rizgarkirina rêber Ocelan û parastina destkeftiyê gelê me karê me yê sereke ye

Di nava rêzecivînên ku Partiya Yekîtiya Demokrat PYD pêk tîne, hevseroka hevbeş ya partiyê Asiya Abdullah li kantona Efrînê – Şehba, civîneke rêxistinî li dar xist tevhiya rêvberiyên di meclis, şaredarî, şaneyan û berdevkên şaneyan beşdar bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, Asiya Abdullah li ser rewşa siyasî ya dawî li ser qada herêmî û navdewletî û bandora wê li ser pêvçûnên li Sûriya axivî.

Di axaftina xwe de wiha got: Ev asta ji têkoşînê li tevhiya Kurdistanê bi saya fedekariyên şehîdên me ne her wiha bi saya rêber APO ye yê ku asta berxwedanê bilind kir li pêşiya qirkirinê di çarçoveya zehemt û rewşa bi êş ya ku gelê me yê kurd jiyan dikir.

Wiha lê zêde kir: Em weke Partiya Yekîtiya Demokrat, karê me yê sereke ew ku em tevahiya xebat û qadan bixin xizmeta rizgarkirina rêbertî ya fîzîkî û ji bo parastiya destkeftiyên gelê kurd.

Asiya Abdullah li ser bûyerên dawî axivî yên ku li Efrîna dagirkirî ji hêla çeteyan û şehadeta 4 welatiyan çêbû bi hinceta vêxistina agirê Newrozê, ev yek gihaşt ku gelê Efrînê rabin ser piyan.

Îşaret kir li ser giringiya mezin ya Şehbayê ji bo vegerê, lê zêde kir ku Efrîn rastiya gelê şoreşgerî, îrade û berxwedanê ye.

Hevserokatiya hevbeş ya PYD Asiya Abdullah di dawiya axaftina xwe de tekez kir li ser giringiya rewşa rêxistinî ku giringiya wê girêdayî giringiya rewşa siyasî ye, her wiha destnîşan kir li ser giringiya kar bi ruhê hevaltiyê ya ku em ji bo yek armacî û îstratîjiyê kar dikin.

Her wiha tekez kir ku pêwîste piştevaniya ciwan û jinan bê kirin ji ber rola wan a girîng û sereke di pirojeya neteweya demokratîk de piştre deriyê pirs û bersivên amadebûyan vekir.

      

Back to top button