ÇalakîManşêt

Li Swîsre PYD şehîdên Cindirêsê û YAT bi bîr tîne

Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Ewropayê marasîmê bîranîna welatiyên ku êvara Newrozê li ser destên çeteyên dewleta Tirk jiyana xwe ji dest dan li Efrînê, her wiha bîranîna 9 şehîdên di balafirgehê de şehîd ketin li dar xist.

Merasîmê bîranînê li navenda Rojava ya Çandê li Swîsre Zurich li dar ket, piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê şehîdan, rêveberiyê Partiya Yekîtiya Demokrat PYD li Swîsreyê Ebas Omer li ser binpêkirinên ku çeteyên sûrî yên alîgirên dewleta Tirk a dagirker pêk tîne axivî û got: Binpêkirinên herî dawî jî komkujî der heqê 4 welatiyan pêk anîn ji malbata Pêşmeg li Cindirêsê.

Her wiha di axafina xwe de şehîdên Yekîneyên Antî-Terorê (YAT) yên giêdayî Hêzên Sûriya Demokratîk bir anî û got: Bi saya van hêzan pêkhateyên Sûriya li bakur û rojhilatê Sûriya bi ewlehî dijî û qehemaniya wan tê nivîsandin di nava hewildanên li dijî terorê.

Di merasîman de Ebdul Hadî Temê bi navê Saziya Malbatên Şehîdan axivî li ser mîrateya têkoşînê ya ku şehîdên YAT li pey xwe hiştin axivî, her wiha sembola ku şehîdên Cindirêsê temsîl kirin û ew agirê Newrozê vêdixistin.

     

Back to top button