ManşêtNûçe

Foza Yûsif: Rûsya dixwaze bi nêzîkbûna Tirkiye-Sûriyê di nav NATO’yê de nakokiyan çêbike

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku şerê Rûsya û Ûkraynayê û bertekên wê bûn sedem ku Rûsiya planekê ji bo nêzîkbûna Şam û Enqereyê amade bike, û da zanîn ku sedema vê yekê ew e cezayên Rojavayî yên li ser Rûsyayê sepandibû, Rûsyayê dît ku ji aliyê siyasî, aborî û leşkerî ve zêdetir pêwîstiya wê bi Tirkiyeyê heye.

Foza Yûsif di hevpeyvîna xwe ya li ser kanala Al-Yaum de wiha got:

Encamên şerê Ukraynayê bandorê li ser rewşa Sûriyê jî kir, Rûsya jî ji bo razîkirina Enqerê di dosyaya penaberan de hewl dide vê nêzîkbûnê pêk bîne, ji ber ku ji hundirê Tirkiyê re xuya dike ku hikûmeta Erdogan ji bo çareserkirina pirsgirêka penaberan dixebite, û zexteke Rûsyayê li ser hikûmeta Şamê di mijara vê nêzîkbûnê de heye.

Yûsif diyar kir ku ji bo bidestxistina vê lihevkirinê çend alî hene û wiha dewam kir:

Di mijara hilbijartinan de pêwîstiya hikûmeta Erdogan bi Rûsyayê heye, ji ber ku pêwîstiya Erdogan bi piştevaniya siyasî û aborî heye û Pûtîn kaxizên girîng pêşkêşî Tirkiyê kir, bi taybetî dosya genim, dosyaya gazê û geştiyariyê, Rûsya jî dixwaze nakokiyan di navbera NATO û Tirkiyê de çêbike ji bo vê armancê foneke vekirî ji Tirkiyê re vekir.

Yûsif îşaret kir ku pêwîstiya hikûmeta Erdogan bi Rûsiyayê re heye weke pêwistiya Rûsiya jê re.

Back to top button