ManşêtNûçe

Em ê nehêlin rastiya Rêber Apo di nav tarîtiya cîhanê de were veşartin

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê Perwîn Yûsif got: Bi têkoşîna gelê herêmê; em ê nehêlin rastiya Rêber Apo di nav tarîtiya cîhanê de were veşartin.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê û Berdevka Însiyatîfa Gel ya Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Perwîn Yûsif di derbarê bandora fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li ser gel ji ANF’ê re nirxandin kir.

Yûsif di destpêka axaftina xwe de komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bêedalet û bêdadweriya ku cîhan dimeşîne şermezar dikin.

Yûsif wiha domand; Di şexsê Rêber Apo de xwestin planek li ser gelê Kurd bidin meşandin. Em hemû jî dizanin ku rol û mîsyona Rêber Apo ku di şoreşa gelan de lîstiye gelekî mezin bû û her wiha gelê Kurd ji mirinê dîsa careke din di rûpela dîrokê de da diyar kirin. Kesayeta Rêber Apo ne kesayeteke asayî ye ku em qebûl bikin di nav çar dîwaran de bimîne. Ji bo wê em weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê  û gelê Rojavayê Kurdistanê yên ku bi fikir û felsefeya Rêber Apo mezin bûne, em ê xwedî li Rêberê xwe derên. Bi saya Rêbertî me karî ku wek Kurd bi gelên din re ên ku di herêmên Sûriyeyê de dijîn yekîtî ava kir.”

Yûsif anî ziman ku, yek ji berhemên fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şoreşa 19’ê Tîrmehê ye û wiha axivî, “Gelê Rojava bi saya fikir û felsefeya Rêbertî karî ji krîza pergalê derkeve. Bi awayekî saxlem rêya xwe hilbijart û pergala xwe ava kir. Ji ber wê em dikarin bêjin ku bi saya wî fikrî em azad bûn û nehêşt rewşa me weke herêmên din ên Sûriyeyê bi talankirin, kuştin û qetilkirinê rû bi rû bimîne. Rêbertî tifaqa gelan da pêş, her wiha li ser esasê fikirên Rêbertî gel sîstemeke xwe dan ava kir. Mînak wek komîn, meclis û dezgehên xwebirêvebirinê. Gihiştin asta ku rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilata Sûriyeyê were damezrandin.”

‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku, Kompoloya navneteweyî rûpeleke reş di pirtûkên maf, hiqûq û jiyana mirovahiyê de ye û wiha dewam kir, “24 sal gelê Kurd bi gelên heyî re têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  dide meşandin. Em niha derbasî sala 25’emîn dibin, em dibêjin êdî dem dema azadiya Rêber Apo ye. Bi têkoşîna gelê herêmê; em ê nehêlin rastiya Rêber Apo di nav tarîtiya cîhanê de were veşartin. Ji ber wê em gelê Bakur û Rojhilata Sûriyeyê her tim di nav çalakiyan de ne, ji bo ku em vê heqîqetê bidin diyar kirin û bêdengiyê bidine şikandin. Di nava bernameya wan çalakiyan de înîsiyatîfek gelî ji bo komkirina îmzayan hate îlan kirin, di nav wê înîsiyatîfê de jî hemû partiyên siyasî, rêxistinên jin, rêxsitinên ciwanan û her wiha Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê cih girt. Hewce dîtin ku em helwesta gelan bi hev re bidin diyar kirin. Her wiha ev înîsiyatîfa komkirina îmzeyan di 22’ê Çile de hate destpêkirin û wê heya 15’ê Sibatê berdewam bike. Îmzeyên ku tên berhevkirin wê bigihêjin saziyên hiqûqî yên navneteweyî. Dibe ku ev çalakiya me bandorê li CPT’yê jî bike û bixe nava tevgerê. Armanca me ne tenê şikandina tecrîdê ye, em dixwazin azadiya fîzîk ya Rêber Apo misoger bikin.”

Back to top button