ManşêtNûçe

Jinek û 2 zarokên DAIŞ radestî dewleta Slovakyayê hatin kirin

Li gorî malpera fermî ya Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser, şandeyeke Slovakyayê bi serkêşiya gerînendeyê rêveberiya konsolxaneya Wezareta Karên Derve û Kar û Barên Ewropayê ya Slovakyayê Igor Bukin serdana Daîreya Têkiliyên Derve kir.

Cîgirê Hevserokatiya Daîreya Têkiliyên Derve Robêl Beho û endamê Desteya Rêveber Xalid Îbrahîm û endama Nivîsgeha Têkiliyan a YPJ′ê Lana Hisên şande pêşwazî kir.

Her du aliyan nêrînên xwe li ser rewşa Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parve kirin.

Robêl Beho îşaret bi kêmasiya hêzên navneteweyî û bêberpirsyariya wan a li hember malbatên çeteyên DAIŞ′ê yên li kampên Hol û Roj kir û got Rêveberiya Xweser bang li hemû dewletan kiriye ku bi erkên xwe li hember kesên li kampan û girtîgehan rabin û girîngiyê bidin desteka Rêveberiya Xweser da ku rewşên kampan û girtîgehan ji aliyê ewlehî û mirovî ve werin başkirin.

Robêl Beho diyar kir ku dê Rêveberiya Xweser hevkariya bi Slovakyayê û hemû dewletên ku welatî û zarokên wan li herêmên Rêveberiya Xweser in, dewam bike.

Igor Bukin jî spasiya hikumeta Slovakyayê ji Rêveberiya Xweser re ji ber pêşwazîkirina wan pêşkêş kir ku welatiyên wan ji kampên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vegerînin.

Di dawiyê hevdîtinê de li gorî belgeyeke fermî jinek û 2 zarokên DAIŞ′iyan radestî şandeya Slovakyayê hatin kirin.

 

Back to top button