Encûmena Girtiyên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku di rojên borî de dadgeha Hemedanê cezayê girtîgehê da 2 melayên bi navê Luqman Emînî û Îbrahîm Kerîmî yên ji bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hate gotin dadgehê bi hinceta ku propaganda li dijî hikumetê kirine û gel teşwîqî xwepêşandanê kirine, ceza li her du kesan biriye.
Li gor daxuyaniyê dadgehê 11 sal cezayê girtîgehê û 2 sal jî cezayê dûrxistina ji karê melatiyê li Mela Luqman Emînî biriye.
Her wiha 12 sal cezayê girtîgehê û 2 sal jî dûrxistina ji karê melatiyê li mela Îbrahîm Kerîmî biriye.
ANHA