ManşêtNûçe

Dagirkeriya Tirkiyeyê avahiyeke nû ya mêtingehiyê li Efrînê ava dike

Di çarçoveya guhartina demografiya Efrîna dagirkirî û çewisandina nasnameya wê ya resen de, komeleya ′El Eyş Bîkeramê′ ya îxwanî bi hevkariya komeleyeke Tirkî dest bi avakirina avahiyeke nû ya mêtingehiyê bi rûbera 10 doniman li derdora gundê Maratê yê li rojavayê Efrîna dagirkirî dike.

Çavkaniyên ji hundirê Efrîna dagirkirî da zanîn ku niha nêzî 100 malî bi rûbera 40 metreyî tê avakirin.

Her wiha kiryarên avakirina avahiyên mêtingehiyê li herêmên dagirkirî, bi taybet li Efrînê bi armanca guhartina demografiya herêmê, berdewam in.

 

Back to top button