ManşêtNûçe

Şêniyên bajarê Qamişlo serhildana 12’ê Adarê bibîr anîn

Di bin drûşmeya ” Bi ruhê serhildana 12’ê Adarê em ê dagirkeriyê têk bibin û bi îradeya gelan serbikevin” Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya herêma Cizîrê çalakiya bîranîna salvegera 19 ’emîn ya komkujiya Qamişlo li dar xist, bi beşdarbûna girseyên ji gel, nûnerên saziyên sivîl, jin, olî û ciwanan her wiha nûnerê Rêveberiya Xweser ya herêma Cizîrê û şêx û rûsipiyên eşîran û tîma herêma Cizîrê û Dêra Zorê li ser stada şehîdên 12’ê Adarê.

Merasîm bi pêşkêşkirina pêşandaneke mûzîk ji aliyê Koma Serdem bi sirûda “Ey Reqîb” dest pê kir, piştre li ser navê “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo û Kongreya Star axaftin hatin kirin.

Hêjayî gotinê wê Tîmên Dêra Zorê û El-Cizîrê jî li qadê bilîzin.

 

Back to top button