Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsyayê ya li Sûriyê got: “Ji ber desteserkirina herêma Efrînê ji aliyê Tirkan ve 250 hezar kes ku piraniya wan Kurd in neçar man ji herêmê derkevin.”
Serokê Navenda Lihevanînê her wiha anî ziman ku “Daxuyanî û rexneyên ji aliyê nûnerên Komara Tirk, dewletên Ewropa û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê yên li dijî fermandariya Sûriyê û Rûsya yên girêdayî belavbûna bi milyonan penaber û aloziya Sûriyê ya ji ber gûrbûna rewşa li herêma Idlibê bê bingeh in.”
Serokê Navenda Lihevanînê ya Rûsya ya li Sûriyê ya girêdayî Wezareta Parastinê ya Rûsyayê bi domdarî got:”Di vê demê agahî hatin qeydkirin piştrast dikin ku derdora 35 hezar niştecihên herêmê ji herêmê şer derketin û derbasî axa Tirkiyê bûne (Malbatên çekdarên terorîst an ku Heyet Tehrîr El-Şam)”
Nakokiyên Rûsya û Tirkiyê piştî gûrbûna rewşa li Idlibê zêde bûn.
Di encama lihevkirinên Tirkiyê, Rûsya û DYA‘yê yên di çarçoveya civînên Astanayê de herêmên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin dagirkirin.